Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehekê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” biryara girtinê ji bo rojnameger Azîz Oruçî daye. Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo Orûçî gotibû “terorîst e.”
Piştî îfadeya wî ya li Dozgeriyê, dozgerî ew şandiye ber Dadweriya Silh û Cezayan a Bazidê. Dadgehê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” Orûç girtiye.
Bi sedema ku alîkariya Orûçî kirine Abdullah Ekelek, Hevserokê HDPyê yê Bazidê û Mûhammet Îkram Muftuoglû roja 13ê Kanûna Paşiyê hatibûn girtin.
Çi bûbû?
Polîsan di 11ê Kanûna Pêşiyê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Rojnameger Azîz Orûç desteser kiribûn. Orûç nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyû (DIHA) bû ku ajans di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin. Orûç ji wê rojê heta niha desteserkirî bû. Oruçê ku xwestiye ji ser Îranê biçe Ewropayê li ser sinorê Ermenistanê hatibû girtin. Li vir polîsan tundkarî lê kiribû û ew radestî leşkerên Îranê kiribûn.
Di 11ê Kanûna Pêşiyê de leşkerên Îranê ew ji ser têlan avêtibûn Tirkiyeyê. (HA/FD)
Fotograf: Facebook