Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Emre Orman, nûçegihanê Net Haberê, bi hinceta li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistinê kiriye” roja 24ê Çiriya Pêşiyê hatibû girtin, tehliye bûye.
Parêzerê Ormanî serî li dadgehê daye û xwestiye biryara girtina wî betal bibe û Orman bê tehliyekirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û biryara tehliyeyê daye.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Net Haber Emre Orman 23ê Çiriya Pêşîyê hatibû desteserkirin, roja 24ê Çiriya Pêşiyê li Dadgeha Anadoluyê derketibû pêşberî dadger.
Orman,bi sûcdarîya “Propagandaya Rêxistinê kiriye” hatibû girtin.
Çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê dişopand
Parêzerên Ormanî ji bo ku zanyariyan bi dest bixin çûbûn Midûriyeta Emniyetê. Orman çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê dişopand û ji vê mijarê ji bianetê re wiha gotibû:
“Bifikirin, hûn hefte guh didin êşên dayikan, çîrokên wan hîn dibin. Ne mimkun e ku mirov di bin bandorê de nemîne. Êşên wan bûne êşên me. Dema tunkdarî li wan tê kirin dilê me diêşe. Em xwe ji wan cida nabînin.”
Girtin û desteserkirina rojnamegeran
Li gor Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya bianetê ku Erol Onderogluyî amade kiriye di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de:
Di heyama Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê de, 18 rojnameger an nûnerên medyayê bi hinceta "têkbirina yekîtiya dewletê" di çarçoveya dozên siyasî de, hatine dadkirin. Li ser hev 10 caran cezayê mûebeda zehmetkirî ji bo rojnamegeran hatiye xwestin. Heşt ji wan rojnamegeran bi sûcên "sîxurî" û "jî pêşkêşkirina belgeyên nepenî yên dewletê û weşandin" hatine dadkirin. Bi temamî 416 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin.
87 rojnameger bi sûcên "rêveberiya rêxistinê", "endametiya rêxistinekê" hatine dadkirin. Ji wan re 1333 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Sê ji wan dozan nû ne. Ji 3 kesan re 28 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Sê kes hatin serbestberdan.
Di nav sê mehan de, 36 rojnameger an xebatkarên medyayê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin cezakirin, 234 sal cezayê girtîgehê hat dayîn, bi sûcê "eşkerekirina nasnameya wan kesên li dijî terorê têdikoşin û armanckirina wan" 234 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Di encama dadkirinê de, ji bo çar kesan biryara bêsûcîyê hatiye dayin û pênc jî bi tevahî 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê (2 sal û 11 meh bi paşvedayî) hatin mehkûm kirin.
Di heman heyamê de, şeş rojnameger ji ber sûcê "sikatîya li saziyên dewletê" hatin dadkirin û ji bo wan 12 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Du rojnamegeran li ser hev 10 meh cezayê girtîgehê standiye.
Pênc rojnameger bi "tehrîkkirina ji bo sûcdarîyê" hatine dadkirin. 25 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin. Ji bo sê rojnamegeran biryara bêsûcîyê hatiye dayin. Sê rojnamegerên ku bi sûcê "pesindana sûcan" dihatin dadkirin beraet kirine. Du rojnameger bi sûcê "binpêkirina nehênîbûna lêpirsînê" têne dadkirin. Li ser hev şeş sal cezayê girtîgehê ji wan re tê xwestin. Rojnamegerek bi sûcê "tehrîkkirina kîn û nefretê" hatiye dadkirin. Ji bo wî çar sal û şeş meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Bi heman gumanê lêpirsîn li ser rojnamegerekî hatiye vekirin.
Şeş ronameger ji ber dijayetiya li Qanûna Pîyaseya Sermayeyê hatine dadkirin û 30 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin. Rojnamegerekê ji ber heman sûcî 10 meh cezayê girtîgehê û 16 hezar û 660 TL cezayê pereyî standiye. Ceza hatiye paşdedan. Wekî din, rojnameger ji ber dijberiya "Qanûna Parastina Atatürkî" salek û şeş meh girtîgehê mehkûmkirin. Ji bo rojnamegerî çar sal û şeş meh ceza dihat xwestin.
Kesekê (Bülent Şık) ku bi gotarekê pirsgirêkên di sektora tenduristiyê de anî rojeva gel ji ber "eşkerekirina agahîyên qedexekirî", hat dadkirin, 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin,salek û sê meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Di nav van hemû dozan de, jimara giştî ya cezayên ku ji 175 rojnamegeran re hatine xwestin, 10 cezayê mûebeda zehmetkirî û 2,882 sal cezayê girtîgehê ye. Di vê jimarê de bersûcên ji dozên "heqareta li serokkomarî" û "heqaret"ê têne dadkirin jî nînin. Dema ku ew jî lê bê zêdekirin, hejmara tawanbaran 212 zêde dibe, û cezayên têne xwestin: 10 mûebeda zehmetkirî(giran) , 2 hezar 172 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 2 mîlyon 35 hezar TL cezayê pereyî. (TP/FD)