Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Huseyîn Aydinê parêzerê Serokomar Erdoganî daxwaznameya gilîkirinê pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kiriye. Aydinî di daxwaznameya gilîkirinê de gotiye, kovara Le Pointê di berga jimara xwe ya di 24ê Çiriya Pêşiyê de wêneyê Erdoganî weşandiye û bi frensî heqaret lê kiriye.
Parêzerê Serokomar Erdoganî ji ber sûcê "heqareta li dijî serokomar" giliyê Etienne Gernelle, dîrektorê weşanê û Romain Gubert, nivîskarê kovara Le Pointê kiriye.
“Paqijiya etnîkî rêbaza Erdoganî ye”
Kovara Le Pointê di berga hejmara herî dawî de rexne li operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê kiribû û fotografê Erdoganî weşandibû. Di bergê de her weha hatibû gotin ku, “Paqijiya etnîkî rêbaza Erdoganî ye. Ma divê destûr bê dayîn ku Erdogan gefan li Ewropayê bixwe?”
Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê li ser hesabê xwe ye Twitterê bertek nîşanî kovarê dabû.
Kovara Le Pointê beriya hilbijartina 24ê Hezîranê Serokomar bi gotina “dîktator” pêşkêş kiribû. (TP/FD)