Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wêne: Murat Bayram / bianet
Serokomar, Recep Tayyîp Erdogan û hukûmeta wî, dema ku bi tevgerên otorîter pêvajoya 20 salan a endamtiya YEyê qels kir û hêza wê şikest "reforma dadî" anî bîra xwe. Her kes; partiyên sîyasî, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û rêxistinên azadîxwaz, parêzerên serbixwe, difikirin ku pakêtên reformê dadê divê bê saxlemkirin. Heta ku di asta Civata Dadger û Dozgeran (HSK) rêxistî nebe. Her tişt dîwarê temelê wê li ser berfê ye.
Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya BIAyê ya ku serdema Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê nîşan dide ku 212 rojnameger bi sûcên" endamtî an propagandaya rêxistinê ", “armanckirina Qanûna Bingehîn” “sivikkirina saziyên dewletê” têne dadkirin. Dadkirina rojnamegeran bi guhertina qanûnên TCK, TMK, Saziya Pîyaseya Sermayeyê têne dadkirin û dozger dixwazin rojnameger bêne girtin.
Rapor eşkere dike ku ya kêm 13 xebatkarên medyayê di protestokirina neh "qeyûman" de hatine desteser kirin, sê rojnameger (du bi êrişên çekdarî, yek bi tundûtûjiya polîsan) birîndar bûne û ya kêmî 577 nûçeyên Internetnternetê bi biryara Dadgerîya Silh û Cezayî hatine asteng kirin.
Di Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya BIAyê de, ev sernivîs hene: "Rojnamegerên li zindanê", "êrişkirin, gef", "bêtawanî", "lêpirsîn û doz", "qedexe, girtî, desteserkirin", “rojnamegerî"," Dadgeha Destûrî "," ECHR "," RTÜK "û “Rojnamegerên bêkar".
Armanc rojnamegeriya ekonomîyê ye
Desthilat û desgehên dadkirinê piştî êrîşa li rojnamegerên nûçe li ser gendelîyê çêkirîn, vê carê rasterast armanc rojnamegerên ekonomiyê ye. Du karmendên Bloombergê, rojnamevanên; Mustafa Sönmez, Merdan Yanardağ, Sedef Kabaş û rojnamegerê serbixwe Orhan Kalkan bi sûcdariya “sivikkirina qedrê ekonomiya dewletê” hatine dadkirin. Heta 5 salan cezayê girtinê ji wan re tê xwestin.
Rojnamevan Cengiz Erdinç ji ber nûçeyekê bi sûcê “sivikkirina qedrê Ziraat Bankê” 10 meh cezayê girtinê û 16,660 TL cezayê pereyî hatiye dayin.
Hin dozên rojnameyên Cumhuriyet û Evrensel ên di derbarê rexneya aboriyê de ji bo Dadgehên Yekem a Bazirganî hatin şandin ji bo wan dadgehan ji beriya azadiya çapemenîyê bazirganî girîng e.
Ji Tebaxa 2014ê, ji dema ku Recep Tayyîp Erdogan wek serokkomar hate hilbijartin, qanûna TCK 299. bi awayekê aktîf ji bo dadkirinê tê bikaranîn. Heta 1ê Cotmeha 2019an, bi kêmî ve 60 rojnameger hatine mehkûmkirin û cezayên giran li wan hatine birîn.
Di vê dewra çarmehane de hin kiriyarên erênî jî hatine kirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) helwesta xwe ya azadiya çapameniyê û derbirîna li ser mijarên girîngiya sembolîk wek şideta polîsan li dijî rojnamevanan di protestoyên Gezi de, sansora nûçeyên Hacı Lokman Birlik dabû ku li ser malpera BirGün û Akademîsyenên Aşitiyê hatibû vekirin. Dadgeha Bilind biryara tehliyekirinê ji bo rojnamegerên berê û karmendên rojnameya Cumhuriyetê, ku çar meha di Girtîgeha Kandırayê de girtî bû.
Bêyî azadiya dadwerîyê hebe çênabe ku reform bêne kirin
Desthilata Tirkiyeyê hewil dide îmaja xwe ya xerab ku rojnameger û mafparêz bi hêcetên polîtîk têne girtin bi reforman baş bike.
Parêzvanên mafên mirovan û parêzerên ku pirsgirêkê qebûl dikin dibêjin ku “rexnekirin ne sûc e.” Ew diyar dikin ku Dadgeha Bilind biryarên li dijî azadiya ramanê diguhere lê ev yek ne bes e.
Ew kesên di xwenîşandana li dijî qeyûman de hatîn desteserkirin
Di Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê de, bi kêmî ve 13 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsîn û geşedanên têkildarî "Pirsgirêka Kurdan" de deh rojnameger hatine desteserkirin. Neh ji wan jî ji ber ku hewil didan nûçeya wezîfedarkirina qeyûman ji bo şaredarîyên HDP (Partîya Gelan a Demokratîk) çêbike hatine desteserkirin.
Li Gaziosmanpasaya Stenbolê, Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Demirörenê, Umit Uzunî, dema nûçeya qezaya trafîkê çêdikir, hatiye desteserkirin û destên wî ji paş ve hatiye girêdan.
Di heman serdema sala borî de 7 rojnameger an xebatkarên medyayê hatibûn desteserkirin. Pênc rojnamegerên di bin lêpirsînên li ser “Pirsgirêka Kurdan” de hatine desteserkirin.
Di hemîya 2018ê de, 47 rojnameger hatine desteserkirin; 36 ji wan ji ber kêşeya kurdan bi Qanûna Berxwedana Dijteror hatine desteserkirin.
Sê êrîş û gefên ku pişta xwe dide desthilatdariyê
Di sê mehên dawîn de, bi kêmî ve sê rojnameger rastî êrîşê hatine, di nav wan de du êrîşên çekdarî û yek tundûtûjiya polîs; bi gotinan êrîş li organeka medyayê hatiye kirin û rojnamevanek hat tehdîtkirin.
Di dewama hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019ê de, hewa tundûtûjî li dijî rojnamevanên rexne li AKP û MHP, hevalbendên komarparêz ê komarî digire, dewam kir. Vê carê bandor li organên herêmî (Balıkesir, Mêrsîn) kir.
Wekafa SETAyê xebatkarên desgehên medyayê yên biyanî bi rapora “dûvelankên Tirkiyeyê yên medyaya navneteweyî” wek armancê nîşan da. Rojnamegerê Kardri Gursel li ser bûyerê diyar kiriye ku parlamenterê AKPyî, Burhan Kuzu nezan e. Burhan Kuzuyî bi gotinên “piştî ev qas belayên hatîn serê te, aqilê te nehatiye serê te” rojnameger tehdîd kiriye. Nûçegihana FOX TVyê li Qeyserîyê xwestiye pirsekê ji serokkomarî bike. Erdoganî jê re gotiye “FOX mekîneya derewan e, pêşiyê wê ji wî halî derbêxin.” Piştî gotinên serokkomarî eşkere bû ku derdora desthilatê ji bo rojnamegerîya rexneyî deriyê xwe girtiye.
Di heman heyama sala borî de, 13 rojnameger rastî êrîşê hatibûn û du rojnameger jî hatibûn tehdîd kirin. Bi taybetî, di çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemîyê de midaxeleya polîsan a li dijî neh rojnamegeran tûndûtûjîya polîsan aniye rojevê. Di sala 2018 de, 19 rojnameger û 1 rêxistina ragihandinê rastî êrîşê hatibûn. Wekî din, rojnamevanê ji Erebistana Siûdîyê Cemal Kaşıkçı li Konsulxaneya Giştî ya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hat kuştin.
TCK, TMK, CMB, Qanûna Karên Bankeyan
Di heyama Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê de, 18 rojnameger an nûnerên medyayê bi hinceta “têkbirina yekîtiya dewletê” di çarçoveya dozên siyasî de, hatine dadkirin. Li ser hev 10 caran cezayê mûebeda zehmetkirî ji bo rojnamegeran hatiye xwestin. Heşt ji wan rojnamegeran bi sûcên “sîxurî” û "jî pêşkêşkirina belgeyên nepenî yên dewletê û weşandin" hatine dadkirin. Bi temamî 416 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin.
87 rojnameger bi sûcên "rêveberiya rêxistinê”, “endametiya rêxistinekê" hatine dadkirin. Ji wan re 1333 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Sê ji wan dozan nû ne. Ji 3 kesan re 28 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Sê kes hatin serbestberdan.
Di nav sê mehan de, 36 rojnameger an xebatkarên medyayê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin cezakirin, 234 sal cezayê girtîgehê hat dayîn, bi sûcê “eşkerekirina nasnameya wan kesên li dijî terorê têdikoşin û armanckirina wan” 234 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Di encama dadkirinê de, ji bo çar kesan biryara bêsûcîyê hatiye dayin û pênc jî bi tevahî 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê (2 sal û 11 meh bi paşvedayî) hatin mehkûm kirin.
Di heman heyamê de, şeş rojnameger ji ber sûcê “sikatîya li saziyên dewletê” hatin dadkirin û ji bo wan 12 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Du rojnamegeran li ser hev 10 meh cezayê girtîgehê standiye.
Pênc rojnameger bi “tehrîkkirina ji bo sûcdarîyê” hatine dadkirin. 25 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin. Ji bo sê rojnamegeran biryara bêsûcîyê hatiye dayin. Sê rojnamegerên ku bi sûcê “pesindana sûcan” dihatin dadkirin beraet kirine. Du rojnameger bi sûcê “binpêkirina nehênîbûna lêpirsînê” têne dadkirin. Li ser hev şeş sal cezayê girtîgehê ji wan re tê xwestin. Rojnamegerek bi sûcê “tehrîkkirina kîn û nefretê” hatiye dadkirin. Ji bo wî çar sal û şeş meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Bi heman gumanê lêpirsîn li ser rojnamegerekî hatiye vekirin.
Şeş ronameger ji ber dijayetiya li Qanûna Pîyaseya Sermayeyê hatine dadkirin û 30 sal cezayê girtinê ji bo wan hatiye xwestin. Rojnamegerekê ji ber heman sûcî 10 meh cezayê girtîgehê û 16 hezar û 660 TL cezayê pereyî standiye. Ceza hatiye paşdedan. Wekî din, rojnameger ji ber dijberiya “Qanûna Parastina Atatürkî” salek û şeş meh girtîgehê mehkûmkirin. Ji bo rojnamegerî çar sal û şeş meh ceza dihat xwestin.
Kesekê (Bülent Şık) ku bi gotarekê pirsgirêkên di sektora tenduristiyê de anî rojeva gel ji ber “eşkerekirina agahîyên qedexekirî”, hat dadkirin, 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin,salek û sê meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Di nav van hemû dozan de, jimara giştî ya cezayên ku ji 175 rojnamegeran re hatine xwestin, 10 cezayê mûebeda zehmetkirî û 2,882 sal cezayê girtîgehê ye. Di vê jimarê de bersûcên ji dozên “heqareta li serokkomarî” û “heqaret”ê têne dadkirin jî nînin. Dema ku ew jî lê bê zêdekirin, hejmara tawanbaran 212 zêde dibe, û cezayên têne xwestin: 10 mûebeda zehmetkirî(giran) , 2 hezar 172 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 2 mîlyon 35 hezar TL cezayê pereyî.
Heqaret
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2019ê de li 28 rojnamegeran bi tohmeta ku “heqaret” û “buxtan” kirine doz hatiye vekirin û ji bo wan li ser hev 72 sal cezayê girtinê hatiye xwestin. Du doz hê nû hatine vekirin, du rojnamegeran jî beraet kiriye.
Du heman demê de, çar rojnameger û du dezgehên medyayê bi îdiaya “heqaret” û “buxtanê” hatine dadgehkirin û ji bo wan li ser hev 2 milyon û 35 hezar TL cezayên pereyan hatiye xwestin. Dozên ku 225 hezar TLyî ji bo du rojnamegeran û dezgehekê medyayê hatiye xwestin hê nû hatine vekirin.
Dadgehkirina Çîgdem Toker, nivîskara berê ya rojnameya Cumhuriyetê berdewam kiriye ku şîrkete bi ser Bayburt Grubê ve doz vekiriye û ji bo wê milyon û 500 hezar TL cezayê pereyan hatiye xwestin. Rojnameya Evrenselê li dijî dozên ku Bînalî Yildirim, Wezîrê Berê, Serhat Albayrak, rayedarê Koma Medyayê ya Turkuazê û Bîlal Erdogan kurê Serokomarî li wan daye vekirin, mafê ragihandina nûçeyan ji bo raya giştî diparêze.
Di tevahiya sala 2018ê de bi tohmeta “heqaret kiriye” 4 sal û 9 meh û 17 roj cezayê girtinê (2 sal û 8 meh û 15 roj jê hatiye taloqkirin) ceza li heft rojnamegeran hatiye birîn. Li ser hev 18 hezar TL cezayê pereyan li xêzkerekî û dezgeheke medyayê hatibû birîn.
“Heqareta li ser Erdoganî”
Di sê mehên dawiyê de ji ber nêrîn û rexneyên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, pênc rojnameger hatine dadkirin. 18 sal û 8 meh cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Doza li Cem Şîmşek, midurê berpirs ê berê yê rojnameya Evrenselê nû hatiye vekirin, ya li Bariş Înce, bi heman sedemê 11 meh û 20 roj cezayê girtinê li midurê karûbarên nivîsan ê berê yê rojnameya Bîrgunê hatiye birîn.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di Tebaxa 2014ê de weke Serokomar hate hilbijartin û vir ve ev xal ji bo têkoşîna li hemberî rexne û îdiayên derbarê Erdoganî de bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Heta 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê bûye sebeba ku cezayê girtinê, cezayê girtinê yê taloqkirî û cezayê pereyan li 60 rojnamegeran bê birîn.
Di sala 2018ê de dîsa ji ber heman xalê 38 sal û 5 meh û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 10 meh û 12 roj jê hatiye taloqkirin) û 35 hezar TL cezayê pereyan li 20 rojnamegeran bê birîn.
Qedexeya Wikipediayê
Di van sê mehan de herî kêm 577 nûçeyên li ser malperan hatine weşandin hatine astengkirin. Her weha heft hesabên medyaya civakî hatine astengkirin. Pirtûkek hatiye qedexekirin 8 rojname û kanalên televizyonê yên netewî rastî cidaxwaziya akretîdasyonê hatine.
Di vê demê de herî zêde nûçeyên derbarê terxankirina avahî û eraseya ji bo Zanîngeha Medipolê, nûçeya ku Bûrak Erdogan, kurê Serokomarî bûye sedema mirina hunermend Sevîm Tanurekê, roja ku Ravza Kavakçi Kan, Parlamentera AKPyê ya Stenbolê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi karî kiriye û ji bo karê doktorayê ya ber bi DYAyê ve ya bi bûrsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya dijyasayî, cotmehaneya Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê û hevjîna wî Fatmanûr Altûnê, destdanîna ser pereyên xwendekaran a ji hêla Necatî Yener, Midurê Lîseya Anadoluyê ya Cagalogluyê ku doz lê hatibû vekirin.
3yem Dadweriya Sûc û Cezayan a Enqereyê di 16ê Tîrmehê de biryar girtiye ku bianet jî di nav de 136 malper û hesabên medyaya civakî werin girtin. Paşê derketiye holê ku bianet “bi şaşî” ketiye nava lîsteyê lê biryara qedexeyê ji bo navnişanên din berdewam kiriye.
Dadgeha Qanûna Bingehîn
Di van sê mehan de Dadgeha Qanûna Bingehîn di mijarên weke tundkariya polîsan a di dema çalakiyên Geziyê de, qedexeyên weşanan, sansura nûçeya derbarê Haci Lokman Bîrlîkî ya di rojnameya Birgunê de hatiye weşandin û akademisyenên aştîxwaz de helwesteke erênî ji bo azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê nîşan daye.
Di vê demê de Halk TV mafdar dîtiye ku ji ber weşan li ser mijara gendeliyê ya çar wezîran a di dema 17-25ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê de çêkiriye weşana wê hatibû qedexekirin. Her weha biryar daye ku ji ber di dema şopandina nûçeyên Geziyê de rastî tundkariya polîsan hatiye, mafê azadiya çapemeniyê ya Erdal Îmrek, nûçegihanê rojnameya Evrenselê hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar daye ku 33 hezar û 181 TL pereyan bidin kesên serî lê dane. Lê Dadgeh ji bo sansura li ser Wikipediayê li bendê maye ku dosya li Dadgeha Mafên Mirovana Ewropayê were nirxandin.
Di tevahiya sala 2018ê de Dadgehê ji bo biryar dabû ku Tirkiye mesref jî tê de 135 hezar û 881 TL pereyan bide 10 rojnameger, malperekê, rojnameyekê, bi giştî 18 kesên serî lê dabûn. Rexne li Dadgaha Bilind dihate kirin ku bi taybet ji dema hewldana derbeyê û heta niha dosyayên ne li gorî polîtîkayên desthilatdariyê zû bi zû nanirxîne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê re serlêdanên şexsî yên ji Tirkiyeyê diçin ber destê wê ne di nirxand. Lê di 20ê Adara 2018ê de ji bo rojnamegerên girtî biryarek dabû (biryarên Şahîn Alpay û Mehmet Altanî). DMMEyê di mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê ya 2019an de jî derbarê dosyayên azadiya xweîfadekirinê û serlêdanên şexsî de ti biryar nedaye. Lê di van sê mehên borî de biryar ji bo weşanger Ahmet Onal û Hevserokê Giştî yê bêrê yê HDPyê, Selahattîn Demîrtaşî daye.
Dadgehê biryar daye ku, mesrefên dadgehê jî tê de 6 hezar û 680 €yî bidin Onal û Demîrtaşî. Her weha di nava van sê mehan de ji bo Wikipedia, ansîklopediya online a kurewî ketiye nava liv û tevgerê. Li hêla din DMMEyê di rewşa Alî Gurbuz û Hasan Bayar, rayedarên rojnameya Ozgur Gundemê de biryar daye ku mafên wan nehatiye binpêkirin.
Di heman mehên sala borî de DMMEyê ji bo serlêdana weşangerekî/ê biryar dabû ku Tirkiyeyê Xala 10em Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye û divê 2 hezar û 500 euroyî (nêzîkî 18 hezar û 700 Tlyî) bide serlêderî/ê.
Di tevahiya sala 2018ê de DMMEyê biryar dabû ku Tirkiyeyê Xala 10em a PMMEyê binpê kiriye û du weşanger jî tê de 73 hezar euroyî (nêzîkî 365 hezar Tlyî) bide 12 serlêderan.
Bêcezahiştin
Bergumanên êrîşa di 29ê Tebaxê de li dijî Levent Ûysal, xwediyê rojnameya Yenigunê li Balikesîrê hatine girtin. Lê kesên li Edeneyê li ber çavê zarok û neviyên wî gule bera lingên rojnameger Hakan Denîzliyî dane, di danişînên destpêkê de hatine tehliyekirin. Desthilatdariyê çavê xwe ji tundkariya laşî ya li dijî rojnamegerên di dema pêvajoya Hilbijartina Herêmî ya 23ê Hezîranê de “nehatine rê” re girtiye.
Serdozgeriya Komarî ji bo Rapora bi navê “Dûvikên Tirkiyeyê yên Dezgehên Medyaya Navnetewî” ya Weqfa Lêkolînên Siyasî, Ekonomîk û Civakî (SETA) gotiye “azadiya xweîfadekirinê ye”.
Rojnameger Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlali di salên 1990an de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut dihate meşandin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Dadkirin bi du dosyayên cida berdewam dike.
Doz li heft dozger û dadweran hatiye vekirin ku di Adara 2011ê de ji ber reşbeleka pirtûkê ya bi navê “Artêşa Melayî” (İmamın Ordusu) rojnameger Ahmet Şik di encama komployê de girtibûn. Bi sedema ku “wezîfeya xwe xerab bi kar anîye” û “azadiya kesekî/ê asteng kiriye” doz li dadger û dozgeran hatiye vekirin. Lê ji ber ku Daîreya Yargitayê ya ku wê dosya binirxanda hatiye guhertin, dadkirinê dest pê nekiriye. Doza tezmînkirinê ya rojnameger Denîz Yucelî nehatiye qebûlkirin ku Yucel dema nûçegihanê rojnameya Die Weltê yê li Stenbolê bû di Sibata 2017ê de hatibû desteserkirin û salekê girtî mabû.
Polîsê bi navê Abdul Kose hatiye tehliyekirin ku dihate îdakirin vî kesî bi rengekî dijyasayî li 70 kesî guhdar kiriye û doz lê hatibû vekirin. Di nava van 70 kesan de rojnameger Haydar Merîç jî hebû ku gotibû ew ê derbarê Fethullah Gulenî de pirtûkeke rexneyê binivîse û piştî vê bi demekê ji holê winda bûbû û laşê wî di 18ê Hezîrana 2011ê de derdora Akçakocaya Duzceyê hatibû dîtin.
Cezayên giran li wan bersûcan hatiye birîn ku di doza êrîşa li ser “Şûraya Dewletê” û bombekirina rojnameya Cûmhûriyetê de dihatin dadgehkirin.
RTUK
Lijneya Bilind a Radyo Televizyonan (RTUK), di meha Tîrmeh – Tebax – Îlona 2019ê de ji ber nûçe, film û bernameyan 9 caran cezayê pereyan, 5 caran jî cezayê betalkirina bernameyan li dezgehên kanalên televizyonê birî ye. Lijneyê li ser hev milyon û 180 hezar û 146 TL cezayê pereyan daye wan.
Di sê mehan de 31 rojnameger bêkar mane
Di sê mehan de ji Koma Demîorenê bigire ta Koma Medyayê ya Turk, ji Yenî Şafakê bigire heta Cumhuriyet û Arti Gerçekê gelek dezgehên medyayê yên xwedî polîtîkayên cida yên weşanê, bi giştî 31 rojnameger, qunciknivîsar, xebatkarekî/e karên nivîsan ji kar hatine derxistin.
Yenî Şafakê beriya niha biryar girtibû ku Kemal Ozturk û Ozlem Albayrak nivîsan nenivîsin, paşê jî Farûk Aksoy jî di nav de weşandina nivîsên du nivîskarên din sekinandiye. Rojnameya Cûmhûriyetê bi sedema krîza aboriyê Mahmût Oral, nûnerê xwe yê Amedê, nûçegihan Ceren Çiplak Drîllak jî tê de 15 kes ji kar derxistiye. Erdal Saglam dest ji karê nivîsandina rojnameya Hurriyetê berdaye. Malpera Arti Gerçekê ji ber rexneyên wî yên li ser pirsgirêka kurdan weşandina nivîsên rojnameger-nivîskar Mûrat Aksoyî sekinandiye.
Par di heman demê de ev hejmar 85 bû, di tevahiya sala 2018ê de 157. (EO/APA/FD/MB)