Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emre Orman, Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Netê ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinên li dijî şerî kiriye, hatiye desteserkirin.
Polîs çûne mala Ormanî ya li Kayişdagiya Ataşehîrê û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ku li navçeya Fatîhê ye. Sezgîn Tanrikûlû, parlamenterê CHPyê û Huda Kaya, parlamentera HDPyê rewşa Ormanî dişopînin.
Rojnameger Emre Orman wê îşev li Midûriyeta Emniyetê desteserkirî bimîne û wê sibê wî bibin edliyeyê.
Çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê dişopand
Parêzerên Ormanî ji bo ku zanyariyan bi dest bixin çûne Midûriyeta Emniyetê. Orman çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê dişopand û ji vê mijarê ji bianetê re wiha gotibû:
“Bifikirin, hûn hefte guh didin êşên dayikan, çîrokên wan hîn dibin. Ne mimkun e ku mirov di bin bandorê de nemîne. Êşên wan bûne êşên me. Dema tunkdarî li wan tê kirin dilê me diêşe. Em xwe ji wan cida nabînin.” (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê