Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê parvekirinên li ser medyaya civakî yên li ser operasyona li Rojava lêpirsînname ji bo 22 kesan amade kiriye.
Polîsan ji ber vê lêpirsînnameyê li Amedê bi ser mala nûçegihana Jinnewsê, Berîtan Canozerê de girtiye. Polîs duh bi şev li derdora saet di 21.30 deqîqeyan de çûne mala Canozerê. Lê Canozer ne li malê bûye û polîs li nava malê lêgerîn kiriye.
Polîsan dest daniye ser hin kovar, fotograf û rojnamegeran û gotiye ku ji ber lêpirsîna derbarê ‘parvekirinên medyaya civakî’ divê biçe li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeyê bide.
Duh jî ji Birgun û Dikenê du rojnameger hatibûn desteserkirin
Duh berpirsê weşana rojnameya Birgunê Hakan Demîr û Midûrê Karên Nivîsan ê malpera nûçeyan ê Dikenê Fatih Gokhan Diler di encama serdegirtina malên wan de hatibûn desteserkirin. Demîr û Dîler bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. (HA/FD)
Fotograf: Jinnews