Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16em Dadgeha Cezayan a Dadgeha Destûrî 8 sal û 9 meh cezayê girtinê yê li rojnameger Nedîm Turfentî hatiye berîn, pesend kiriye. 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi tohmeta “endamê rêxistiniyê ye” ceza li Turfentî birî bû. Turfent sê sal in girtî ye.
Turfent di 12ê Gulana 2016ê de hatibû desteserkirin û piştî bi rojekê hatibû girtin. Turfent nûçegihanê Ajanas Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) bû, DİHA di Çiriya Paşiyê ya 2016ê de di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De (KHK) hatibû girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî cezayê wî hatiye pesend kirin Turfent ji qawîşa girtiyan birine qawîşa cezaxwaran. Di heman nûçeyê de hatiye gotin ku biryar hîna negihiştiye ber destê parêzeran lê ji Turfentî re şandine.
Çi bûbû?
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin. (HA/FD)