Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê bûye mêvanê bernameyeka Fox News TVyê wî qebûl nekiriye ku gelek rojnameger di girtîgehê de ne û gotiye “ew reqemên xeyalî ne.”
Pêşkêşkarê bernameya "Special Report"ê, Bret Baierî gotiye:
“Li dinyayê cihê herî zêde rojnameger lê di girtîgehan de ne, welatê te ye. Gelo ji ber çi ye?”
Erdoganî gotiye:
“Ez biryarê li ser vê yekê nadim. Dadgeh dê biryarê bidin.
“Lê ez tiştekî ji we re bibêjim, ev reqemên hûn dibêjin reqemên xeyalî ne.
“Behsa rewşekê tê kirin ku nizanim tend rojnameger di girtîgehan de ne filan... Ev ne rast in me ji heyetên hatîn re jî ev îfade kiribû.”
Hêjayê gotinê ye ku li gor Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê 126 rojnameger di girtîgehê de ne.
Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya Biayê NÎSAN-GULAN-HEZÎRAN
Di sê mehan de: 213 rojnameger hatine dadkirin, 14 rojnameger hatine desteserkirin
(PT/MB)