Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tirkiyeyê tekane ajansa nûçeyên jinan, Jinnews kampanyayek daye dest pê kirin û bang li “nûçegihanên dildar” dike.
JinNews ji Çiriya Pêşiyê ya 2017ê û vir ve weşana xwe berdewam dike û di daxuyaniya xwe ya kampanyayê de wiha gotiye: “Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinê zêde bûye û polîtikayên bêcezabûnê dewam dike de em bi piştgiriyê dengê xwe yê ku tê xwestin bê birîn em bi hev re bilind bikin û em gotina xwe bi hev re bikin.”
Daxuyaniya JinNewsê wiha ye:
"Me wekî JINNEWSê rêgezên li ser bingeha jin, zarok, ekolojî û parastina mafan esas girt û me dest bi rêwitiya xwe kir. Em dixwazin bi piştgiriyê dengê xwe bilindtir bikin û me dest bi kampanyaya dildarî ya nûçegîhaniyê kir.
Em wekî ajansa jinê ya JINNEWSê kampanyaya "Bibin nûçegîhanên JINNEWSê yên dildar, em dengê xwe bi hev re bilind bikin û gotina xwe bi hev re bibêjin" dest pê dikin. Ji aliyekî tê xwestin ku Peymana Stenbolê ya ku di encama têkoşîna jinê de pêk hat û ji aliyekî din jî mafê nefeqeyê tê xwestin ku paş ji jinan bê girtin. Her wiha jin bi tundiyê rû bi rû dimînin û ev tundî tê xwestin ku rewa bê dîtin. Li dijî van neheqiyan jin di warê têkoşîna xwe de paşde gavê navêjin.
Em jî wek JINNEWSê di qada çapemenî, medyayê de di destpêkê de têkoşîna xwe didin. Em jî li dijî daraza ji aliyê medyaya baviklarî tê xwedîkirin, li dijî medyaya baviksalarî ya êrîşên li dijî jiyana me rewa dibînin, hêza xwe ya teşhîrê bi kar tînin.
Jin di her qadên jiyanê de li dijî polîtîkayên baviksalarî, dijminê zarokan, dijminê jin û xwezayê têkoşîna xwe didomîne. Jin bi têkoşîna wekheviyê û azadiyê her li pêş e. Di vê pêvajoya ku tê xwestin destkeftiyên me yên demokratîk ji destên me bigirin, em ji nasnameya xwe ya jinê, ji ajansên me yên hatine girtin, ji hempîşeyên xwe, ji femînîstan, ekolojîstan, parêzvanên mafên mirovan, têkoşîna azadiya jinê hêz girt û me di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de dest bi rêwîtiya xwe kir. Me du salê xwe li dû xwe hişt û em ê têkoşîna xwe ya teşhîrkirina polîtikayên tundî yên li ser jinê, bidomînin.
Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinê zêde bûye û polîtikayên bêcezabûnê dewam dike de em bi piştgiriyê dengê xwe yê ku tê xwestin bê birîn em bi hev re bilind bikin û em gotina xwe bi hev re bikin.
Em hinek parçeyên jiyanê yên ku kirdeya wê jin e bi video, wêneyan parve bikin û bi piştgiriyê nasnameya jinê derxin pêş. Em bang li hemû jinan dikin ku bi JINNEWSê re di nava piştgiriyê de bin û bibin nûçegîhanên dildar.
Binpêkirina mafan a li dijî jin, zarok û xwezayê û her wiha çîroka serkeftin û têkoşînê ya ku hûn bûn şahid bi me re parve bikin.”
Ji bo ku hûn bikaribin nûçegihaniya dildar ji JinNewsê re bikin, hûn dikarin li vê jimara telefonê bigerin: 0530 235 66 56
Derbarê JinNewsê de
25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê dest bi weşanê kir û bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Erebî û Ingilîzî nûçeyan belav dikin.
Edîtor û nûçegîhanên jin li JinNewsê kar dikin û nûçeyan bi perspektîfa jinan çêdikin.
15 saziyên çapemeniyê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016yê de di encama KHKyê ya hejmar 675ê de hatibûn girtin ku JINHA yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê bû. Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2016yê de bi heman armancê Rojnameya Şûjinê dest bi weşanê kiribû. Şûjin jî 25ê Tebaxê ya 2017yê bi KHKya hejmar 693yê hatibû girtin. (EMK/FD)