Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
12emîn danişîna doza darizandina rojnameger Ziya Atamanî li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê berdewam kiriye. Ataman nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) bû ku 11ê Nîsana 2016an di encama Biryarnameya Di hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin.
Di danişînê de 10 jê girtî 21 kes hatine dadgehkirin. Dadgehê bi îdîaya ku “endamê rêxistinê ye” 14 sal û 3 meh cezayê girtinê li rojnameger Ataman biriye.
Ziya Atamanî paraznameya xwe bi kurdî pêşkêş kiriye û gotiye ku ew paraznameyên xwe yên beriya niha dubare dike û bi bîr xistiye ku ew kesên îfade li ser wî dane, paşê îfadeyên xwe guherandine.
Atamanî diyar kiriye ku ew bêtawan e û ji ber rewşa girtîtiya wî ya demdirêj gelek nexweşî lê peyda bûne. Ziya Atamanî daxwaza beraet û tehliyeya xwe kiriye.
Şandeya dadgehê dûre biryara xwe aşkere kiriye û ji bo rojnameger Atamanî bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ye" li ser hev 14 sal û 3 meh cezayê girtinê biriye. Dadgehê dûre, biryar daye ku Ataman girtî bimîne.
Dadgehê, biryara beraeta 6 girtiyên din da ku ew jî li gel Atamanî dihatin dadgehkirin. Ji bo girtiyên din jî, ji madeyên cida cida ceza biriye.
Çi bûbû
Ziya Ataman 10ê Nîsana 2016ê hatibû desteserkirin, 11ê Nîsana 2016ê bi îdiaya ku ew “endamê rêxistinê” ye hatibû girtin. Ataman ji wê rojê ve di girtîgehê de ye.
Ataman ji roja hatî girtin heta niho beşdarî 12 rûniştinên dadkirinê bûye. Dadger û dozgerên ku Ataman dad dikirin bi sûcê “endamîya Rêxistina Terorî ya Fethullahgir (FETO)” ji karê xwe hatine avêtin.
Li gor qanûnan bersûcên ku li dadgehên cezayên giran têne dadkirin, herî zêde dikarin du salan di girtîgehê de bimînin. Lê belê Ataman ji wê demê zêdetir di girtîgehê de maye.
Ataman li Girtîgeha Wanê girtî ye. (HA/FD)