Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendikaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), ji bo rojnameger Huseyîn Aykolê girtî kampanyaya piştgiriyê daye destpêkirin. Bi sedema ku Hevberpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Ozgur Gündemê bû 3 sal û 9 meh cezayê girtinê li Huseyîn Aykolî hatibû birîn.
Ji ber ku 15ê Îlonê rojbûna Aykolî ye TGSyê ji endam û şopînerên xwe xwestiye beşdarî kampanpayê bibin û pirtûk, name yan jî kartpostalan ji Aykolî re bişînin girtîgehê.
TGSyê li ser medyaya civakî bi etîketa #RojnamegerîNeSûce peyam weşandiye û nivisandiye ku Aykol wê di girtîgehê de bibe 64 salî.
Kesên ku bixwazin piştgiriyê bidin Aykolî dikarin pirtûk, name û kartan bişînin vê navnîşanê: Girtîgeha Tîpa Fyê hejmar 2yê ya Sincanê, C.4-78 Enqere.
Huseyîn Aykol
Li Salîhlîyê (navçeya Manîsayê) ji dayik bû. Piştî Koleja Îzmîrê xelas kir 3 salan li Zanîngeha Enqerê di Beşa Tipê û dîsa di heman zanîngehê da 4 sal jî li Faqulteya Zanistên Civakî xwend. Beriya bûyerên 12ê Îlonê di weşanxaneya Serê da tercimanî û edîtorî kir.
Kovara Teorî û Pratîkê bi tirkî çap kir. Serdema 12ê Îlonê da nêzikê 10 sal di girtîgehê da ma dûv re dîsa vegeriya karê rojnamegerî û weşangeriyê.
Saziya rojnameya Rastiya Gel ya ku di salên 90an da hatibû weşandin de xebitî. Di rojnameyên Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî, Yenî Yaşam de jî xebatên xwe domand.
Aykolî piranî li ser edîtoriya nûçeyên jiyanê kiriye lê hîn rojnameya da karê gerînendetiya weşanên giştî kiriye, werger û berhemên wî yê mafên nivîskariyê hene. (HA/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye