Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Article 19, rêxistina mafên mirovan û xweîfadekerinê, di 3ê Îlone de nameyek ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandiye û tê de behsa metirsiyên xwe yên li ser rojnameger û dezgehên medyaya li Tirkiyeyê kiriye.
Article 19ê di nameyê de gotiye ku wê civîna Weqfa Kampanyaya Mafên Mirovan a Koma Xebatên Derbarê Windakirinên Di Dema Desteserkirinan De ya NYyê Îlona 2019ê pêk were. Article 19ê gotiye bila daxwaz ji welatên endam bê kirin ku bila midaxeleya vê rewşê bikin.
Di Nameye de hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê 138 rojnameger û gelek xebatkarên medyayê girtî ne û gelek rojnameger bi tohmetên terorîzmê ên bêbingeh tên dadgehkirin.
"Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne"
Saziyên ku îmze avêtine binê nameyê her wiha diyar kirine ku Tirkiye berpirsiyarî û pabendiyên hiqûqa mafên mirovan a navnetewî ya Konseya Mafên Mirovan a NYyê binpê dike.
18 rêxistinên mafên mirovan û azadiya xweîfadekirinê name îmze kirine û bang li NYyê kirine ku rewşa zextkar a Tirkiyeyê binirxîne.
Rêxistinên ku îmze avêtine binê nameyê
Article 19, P24: Platform for Independent Journalism, International Press Institute, IFEX, PEN International, German PEN, Swedish PEN, Danish PEN, English PEN, Norwegian PEN, International Federation of Journalists, European Federation of Journalists, Index on Censorship, European Centre for Press and Media Freedom, Cartoonists Rights Network International, Global Editors Network, Articolo 21, Vienna South East Europe Media Organisation. (HA/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Foto: Article 19