Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroyan bertek nîşanî biryara 3yem Dadweriya Silh û Cezayan a Enqereyê dan ku li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan dabû û bianet.org jî di nav de 136 malperên înternetê û hesabên sosyal medyayê hatibûn qedexekirin.
Serokên baroyan gotin ku biryar dixwaze dengên mixalif biçewisînê û dixwazin ji bo vê biryara dijhiqûqî dadê bikin amûr.
Sagkan: Ji sansurê wêdetir e
Erinç Sagkan, Serokê Baroya Enqereyê: Heke ku biryareke dadgehê hebe divê hinceta wê jî hebe. Lê hinceta biryarê nîne. Yanî em nizanin ku biryar bipîvan e yan na. Ev biryar ji ber kîja nûçe yan jî naverokê hatiye wergirtin. Ji ber ku em vê nizanin, em nikarin nirxandineke hiqûqî jî bikin.
Malpereke nûçeyan tê girtin ku bi sedhezaran naverok tê de hatine weşandin. Ev biryareke wisa ye ku ji skandal û sansurê wêdetir e, em nikarin bibêjin ku sansur e û biborin. Ev biryar xespkirina maf û azadiyên me yên bingehîn e ku bi destê dadê tê kirin.
Dûrakoglû: Hiqûq xistine bin piyan
Mehmet Dûrakoglû, Serokê Baroya Stenbolê: Biryareke bi temamî dijhiqûqî ye. Ev biryar ji bo min ne surprîz e. Ev biryar encama wî tiştî ye ku piştî derxistina yaseyê, girtina malperan bi taybet kirine erka Dadweriya Silh û Cezayan. Dadweriyên Silh û Cezayan mafan naparêzin, lê mafan asteng û sînor dikin.
Hatibû gotin ku wê malper neyên qedexekirin lê tenê naverok wê bên astengkirin. Lê niha em dibînin ku, ti rastiya van gotinan nîne. Biryareke wiha ye ku mafên wergirtina nûçeyan a gelî tê astengkirin. Bi vê biryarê re hiqûq xistine bin piyan.
Yucel: Em ê li hemberî vê biryarê derkevin
Ozkan Yucel, Serokê Baroya Îzmîrê: “Sansura RTUKê û yên di demên dawiyê de pêk hatine, dida xuyakirin ku wê tiştekî wiha bibe. Ew dengên mixalif en ku nikarin biçewisînin, dixwazin bi rêya sansura RTUKê û astengkirina naverokan re bixin bin kontrolê.
Di her cure bêhiqûqiya xwe de dadê weke amûrekê bi kar tînin. Rast e di bin vê biryarê de îmzeya dadwerekî/ê heye lê ev nayê wê wateyê ku ev biryar hiqûqî ye. Ti rê tê de nîne ku em biryarê qebûl bikin û em ê li hemberî hemû biryarên bi vî rengî tên standin derkevin.
Aydin: Mekanîzmaya hiqûqê bi xwe hiqûqî dixe bin lingan
Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê: Tirkiye ji hêla azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê her roja ku diçe bêhtir bi paş dikeve. Biryara herî dawî ya astengkirina 136 malper û hesabên medyaya civakî rewşeke sosret e, ne mimkun e ku em qebûl bikin. Ev rewşa bêhiqûqî ji bo me hiqûqnasan rewşeke gelekî kambaxtir e ku bi destê dadgehan tê avakirin.
Girtina dezgeheke çapemeniyê ya weke bianetê ku gelekî bêalî û serbixwe ye, bi me dide xuyakirin ku tehemula wan ji ti kesan re nîne ku weke wan nafikirin. Çewisandina hemû dengên mixalîf bûye weke kevneşopiyekê. Mekanîzmaya hiqûqê bi xwe hiqûqê dixe bin lingan. Em ê hiqûqnas vê rewşê qebûl nekin.” (RT/FD)