Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî 13em Dadweriya Silh û Cezayan a Enqereyê ji bo 136 malperên înternetê û hesabên medyaya civakî biryara qedexeyê daye gelek kesan bertek nîşan nîşan da. Bianet.org jî yek ji wan malperan e ku hemû weşana wê hatiye qedexekirin.
Bixwîne - Dadgehê weşana bianetê qedexe kiriye
TGC: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hatiye astengkirin
Sîbel Guneş, Sekretera Giştî ya Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC): “Em weke TGCyê wisa difikirin ku Dadweriya Silh û Cezayan bi vê biryarê re wê mafê wergirtina nûçeyan a gel asteng bike.
Em dibînin ku bêyî sedemekê bi raya giştî re par ve bikin, biryara astengkirinê didin. Mixabin Tirkiye yek ji wan welatan e ku di warê azadiya çapemeniyê de xwedî pirsgirêk e.
TGS: Di hiqûqê de cihê vê biryarê nîne
Gokhan Dûrmûş, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS): “Hişmendiyên ku demokrasiyê û azadiya xweîfadekirinê nekarin qebûl bikin, her daîm bi sansur û astengkirinê re êrîşê dibin ser mafê wergirtina nûçeyan a gelî.
Cihê vê biryara astengkirinê di hiqûqê de nîne ku bi sedema ‘astengkirina sûckirinê’ hatiye standin. Heyeta dadgehê henekê xwe bi mirovan dike û bi vê biryarê re rêzikên hiqûqê binpê dikin ku dilsoziya xwe ji bo wê nîşan dane.
Li ortê sûc nîne, nûçeyek, naverokek an jî parvekirineke ku bibe sûc nîne. Lê bianet jî di nav de ji bo gelek malperên nûçeyan biryara astengkirinê hatiye dayîn ku bi hezaran mirov wan dişopînin.”
DİSK Basin-iş: Rojnamegerî di bin xetereyeke mezin de ye
Faruk Eren, Serokê Giştî yê DİSK Basin İşê: Em her roj rastî biryareke nû ya derbarê rojnamegeran û azadiya xweîfadekirinê tên. Em dibêjin êdî ewqas jî nabe lê ev bi rastî jî biryareke gelekî xirab e.
Rojnamegerî di bin xetereyeke gelekî mezin de ye û dixwazin bikujin. Lê rojnameger jî bi inyadeke mezin li ber xwe didin.
Em li gel bianetê ne, em dixwazin ku hemû malperên hatine girtin demildest bên vekirin. Em piştevaniya hemûyan dikin.
RSF: Biryareke kêfî û xeter e
Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê: Biryara 3yem Dadweriya Sûc û Cezayan a Enqereyê a ku bi îdiaya ‘ewlehiya milî’ ji bo astengkirina bianetê derxistiye, biryareke wiha ye ku nûçegihaniya azad dike hedef û gelekî kêfî û xeter e.
Dibe ku di bin de îmzeya dadwerekî hebe, lê ji ber ku hinceta wê, argumanên wê û şîroveya wê nîne, ev metin nabe biryareke hiqûqî. Vê sansurê nejidilbûniya wan kesan nîşan daye ku digotin ‘êdî wê tenê astengî ji bo URLyan hebe’ û mizgîniya reforma dadê didan. Bi feraseta dewleteke zordest reform nabin. Em bang dikin ku biryarên di 16ê Tîrmehê de hatine standin, bi cî nînin.”
MLSA: Divê bêhiqûqî demildest ji holê bê rakirin
Bariş Altintaş, Koordînatora Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA): Ev biryara sansurê ya ku piştî rêziknameya RTUKê hatiye û astengkirina weşana bianetê, bi awayekî aşkere dike xuyakirin ku hikumetê berê xwe daye medyaya înternetê ya serbixwe.
Hinceta astengkirina weşanê ya bianetê ji xwe aşkere nekirine, lê hewce nedîtine ku agahiya astengkirina weşanê bidin. Ev jî rewşa bêhiqûqiyê bêhtir nîşan dide. Sansura li ser internetê ya zêde dibe, tirsa mezin ya desthilatdariyê nîşan dide.
Lewre dezgehên medyayê yên serbixwe yên weke bianetê nebin, dizanin ku bêhiqûqiyên wan wê negihêje raya giştî.
ÇGD: Em biryarê şermezar dikin
Can Guleryuzlu, Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD): “Em bê virde wirde biryarê şermezar dikin. Azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê di bin xetereyê de ye. Dadgeha ku biryar daye, azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê nas nekiriye û Destûra Bingehîn binpê kiriye.
Em vê ferasetê nas dikin. Duh vê ferasetê di encama KHKyan de (Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De) gelek dezgehên medyayê girt, îro ev, bi destê dadgehan ve berdewam dike.
Ev ne weke biryareke hiqûqî ye, xwe naspêre hiqûqê. Ji ber wê ye ku divê dest ji vê biryarê berdin.”