Ji bo nûçeya tirkî btikîne
Instagramê duhî daxuyand ku êdî li ser hesabên Instagramê jimara ecibandinan(bi ingilîzî: like) dê neyê nîşandan.
Instagramê diyar kiriye “em dixwazin hevalên we bala xwe nedin jimara ecibandina parvekirinên we, bila bala xwe bidin parvekirinan bi xwe.”
Instagram dê di destpêkê de li hin welatan dest bi vê sîstemê bike. Welatên ku sîstema nû dê bê destpêkirin ev in: Avustralya, Brezilya, Kanada, Îrlanda, Îtalya, Japonya û Zelandaya Nû.
We’re currently running a test that hides the total number of likes and video views for some people in the following countries:
— Instagram (@instagram) July 17, 2019
✅ Australia
✅ Brazil
✅ Canada
✅ Ireland
✅ Italy
✅ Japan
✅ New Zealand pic.twitter.com/2OdzpIUBka
Li gor gelek derûnînasan medyaya civakî heke bibe girr tesîreka neyînî li derûnîya mirovan dike.
Gelek bikarhêner ji ber vê sîstemê keyfxweş in. Fenomenên ku bi jimara ecibandinan sponsoran dibînin ji sîstema nû aciz in.
(PT/MB)