Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh di saetên êvarê de sê kesan li navçeya Aksûyê ya Antalyayê êrîş birine ser rojnameger Ergîn Çevîk, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê malpera Guney Haberciyê. Êrîşkaran li Çevîkî dane.
Çevîkî 15ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê li ser malpera xwe nûçeyek belav kiriye û tê de gotiye ku, şaredariyê li Kemeragzi-Kunduya Antalyayê qada bazarê ya Orionê, daye rêveberên Bazara Orionê. Ev der mal û milkên şaredariyê ye.
Paşê jî derbarê vê mijarê de hin nûçeyên din çêkiriye. Çevîkî di nûçeyên xwe de gotiye ku digel biryara dadgehê heye ev der nehatiye valakirin, şîrketê şeş donim kirê kiriye, lê neh doniman bi kar tîne.
Çevîkî di nivîsên xwe de rexne li şaredariyê jî kiriye û bi van gotinan rewş vegotiye: “Şaredariyê him ew der vala nekiriye him jî çavê xwe ji bûyerê re girtiye”.
Komeleya Rojnamegerên Hemdem daxuyaniyek daye
Şaxê Akdenîzê yê Komeleya Rojnamegerên Hemden derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kiriye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, kulm li Çevîkî hatiye xistin û piştî bûyerê rapora lêdanê standiye. Komeleyê diyar kiriye ku “Bi van cure êrîşan nikarin rojnamegeran bitirsînin. Rojnameger wê di her şert û mercan de bûyeran binivîsin. Piştî êrîşa li ser hempîşeyê me Idrîs Ozyolî me bangewaziyek kiribû, em dîsa dibêjin û bang li dadê dikin ku kesên êrîş birine ser Ergîn Çevîkî demildest bibînin”. (HA/FD)