Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (PRJM) 3yê Gulanê, di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanî de rapora xwe ya çar mehan a derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de aşkere kirine.
Endamên Platformê li Amedê, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) daxuyaniyek dane çapemeniyê. Endama Platformê Fatîme Tekînê metna bi kurdî, berdevka Platformê Ayşe Guneyê jî ya bi tirkî xwendiye.
Hin xalên ku di raporê de hatine diyarkirin wiha ne:
* Piştî ku di sala 2016ê de Rewşa Awarte hate ragihandin, 173 dezgehên medyayê hatine girtin.
* 12 rojnamegerên girtî di greva birçîbûnê de ne.
* Di daxuyaniyê de behsa binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê jî hatine vegotin. Li gorî vê, 14 rojnameger girtî ne. 5 rojnameger tahliye bûne. 30 rojnameger hatine dadkirin. 2 ji wan beraet kirine. Derb li 2 rojnamegeran hatiye xistin. 2 rojnameger hatine kuştin. Polîsan li telefonên 3 rojnamegeran guhdar kiriye.
“Îro roja azadiya çapemeniyê ye lê..:”
Înîsiyatîfa Çapemeniya azad (ÎRA) ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî rapora xwe ya çar mehan aşkere kiriye.
Înîsîyatîfê di rapora xwe de gotiye, di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat, Adar û Nîsanê de 162 rojnameger di girtîgehê de bûne, 15 rojnameger hatine desteserkirin, 8 rojnameger hatine girtin, lêpirsînname ji bo 2 rojnamegeran hatiye amadekirin. Her weha doz li 7 rojnamegeran hatiye vekirin, 219 rojnameger hatine dadkirin, cezayê pereyan û yê girtinê li 26 rojnamegeran hatiye birîn, 15 rojnameger hatine tahliyekirin, rojnamegerek jî hatiye dersînorkirin.
Rojnamegerên di greva birçîbûnê de neKîbriye Evren, Gulîstan Îke, Dîlbîrîn Turgut, Reyhan Hacioglu, Ozlem Seyhan, Nedîm Turfent, Ugur Akgul, Ziya Ataman, Abdulkadîr Turay, Çetîn Kurşun, Mehmet Guleş, Îdrîs Yilmaz, Îdrîs Sayilgan. |
Rojnamegerên girtîAyşe Duzkan - Rojnameger * Asli Ceren Aslan, Mudura Karên Nivîsê ya Ozgur Gelecek * Ayşe Nazli Ilicak, nivîskara Rojnameya Yarına Bakiş * Ayşenur Parildak, Haberdar û Zaman * Burçîn Dokgoz, nûçegîhana Çorum eski Zaman * Ceren Taşkin, Hatayin Sesi * Hanim Buşra Erdal, nûçegîhan û nivîskara Eskî Zaman * Hatîce Duman, xwedî û Mudura Karên Nivîsê ya Rojnameya Atilim * Kîbriye Evren, nûçegîhana JinNewsê * Meltem Oktay, nûçegîhana DİHA'yê * Pinar Gayip, nûçegîhana ETHA'yê * Reyhan Hacioglu, edîtora Ozgurlukçu Demokrasî * Semîha Şahîn, edîtora ETHA'yê * Tuba Bulut, Rojnameya Yenî Yaşamê." |
(EMK/FD)