Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji sedî 90ê medyayê di kontrola desthilatê de ye. Ji beriya hilbijartina birêvebiriyên herêmî ya 31ê Adarê, li şûna TRT(Radyo û Televizyonên Tirkan) ji bo civakê weşanê bike, bêyî dudil be “propaganda” kir. Ev yek cihê fikarê ye.
Parlamentoya Ewropayê, ji ber ku Tirkiye mafên bingehîn binpê dike. Minaqeşeyê dike ka pêvajoya beşdarbûnê dê bê sekinandin an na.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê nîşan dide ku 204 rojnameger û nûnerên medyayê têne dadkirin. Ji bo wan 10 caran mûebeda zehmetkirî, 2 hezar û 89 sal cezayê girtinê, milyonek û 901 TL jî cezayê pereyî tê xwestin.
Li gor raporê Hurriyet û Yeni Şafak jî tê de gelek rojnameger ji ber firotina saziyan û guhertina fikra edîtoriyal bêkar bûne.
Rojnamegerên têne dadkirin bi van sûcan têne dadkirin: “sîxurî(rojnamegerek)”,”Endambûna rêxistinê(7 rojnameger”,”propagandaya rêxistinê(4 rojnameger)”,”heqareta li serokkomarî(3 rojnameger)”,”heqaret(3 rojnameger”,”binpêkirina nehênîbûna nûçeyekê(rojnamegerek).”
Nûnerên çar rojnameyan ji ber “weşandina agahîyên li ser mexdûrên ji 18 saliyê biçûktir”,”bi awayê pêdivî neweşandina tekzîban” ceza standine.
Piştî ku Tebaxa 2014ê Erdogan wek serokkomar hat hilbijartin, TCK 299. hat çêkirin. Bi vê qanûnê heta 1ê Nîsana 2019ê 57 rojnamegeran cezayên girtinê, cezayê paşdedayî yê girtinê û cezayê pereyî standine.
Di Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê de ev sernivîs hene: “Rojnamegerên hatîn kuştin”,”rojnamegerên hatîn girtin”,”êrîş, tehdîd û astengkirin”,”bêcezayî, geriyana li mafan”,Dadgeha Qanûna Bingehîn”,”RTUK.”
Rojnamegerên hatîn girtin
Li Tirkiyeyê 106 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê û dozên polîtîk di 1ê Nîsanê de li girtîgehan bûn.
Di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê ya 2019ê de li ser gelek dozan biryar hatiye dayin. 106 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji bo 41 rojnamegerên girtî biryar hatiye dayin. 30 ji wan têne dadkirin.
20ê Tîrmeha 2016ê Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Li ser Rêxistina Terorî ya Fethullahgir operasyon hatine pêkanîn. 1ê Nîsanê 64 rojnameger bi endambûna FETOyê di girtîgehan de bûn.
31 rojnamegerên ji medyaya kurdî, an jî ji ber kêşeya kurdan hatîn girtin heta 1ê Nîsanê di girtîgehê de bûn.
Rojnamegerên desteserkirî
Di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê ya 2019ê de 9 rojnameger hatine desteserkirin. 6 rojnameger bi mijarên “kêşeya kurdan” ve girêdayî hatine desteserkirin.
Midûrê nûçeyên derve yê rojnameya Morning Starê ya Brîtanyayê, Steve Sweeney dema ji bo çavdêriya li hilbijartinan hatibû Tirkiyeyê li balafirgehê hatiye desteserkirin û li welatê wî hatiye vegerandin.
Par di heman dewrê de 23 rojnameger hatibûn desteserkirin. 17 rojnameger bi taybetî ji ber Operasyona Efrînê ya ku bi mijara Kêşeya Kurdan ve girêdayî ye hatine desteserkirin.
Sala 2018ê 47 rojnameger hatibûn desteserkirin. 36 ji wan rojnamegeran dema ji bo çêkirina nûçeyên bi kêşeya kurdan ve girêdayî dixebitîn polîsên Têkoşîna Li Dijî Terorê ew desteser kirine.
27 rojnameger û dozên “heqaretê”
Di meha Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2019ê de bi sûcê “heqaretê” hatine dadkirin. Ji bo wan 72 sal û 4 meh cezayê girtinê hatiye xwestin. Sê ji rojnamegeran beraet kiriye. Dema dozvekirina bersûcekî/ê derbas bûye. Sal û mehek cezayê girtinê û 8 hezar û 660 hezar TL cezayê pereyan li Pelîn Unker, nûçegihana berê ya rojnameya Cûmhûriyetê hatiye birîn.
Rojnamegeriya rexnegiriyê, di bin gefa “tazmînatê” ya derdorên desthilatdariyê û yên fînansê yên bijartî de hewl dide karê xwe bike.
Bi îdiaya “heqaretê” û “êrîşa li ser mafên şexsî” milyon û 901 hezar TL cezayê pereyan ji bo şeş rojnameger û sê dezgehên medyayê dihate xwestin. 30 hezar TL cezayê pereyan li du rojnameger û saziyeke medyayê hadiye birîn.
Di sê mehên destpêkê yên sala 2018ê de bi tohmeta “heqaretê” doz li 30 rojnamegeran hatibû vekirin û 76 sal û 4 meh cezayê girtinê ji bo wan dihate xwestin. Rojnamegerekî/ê beraet kiribû, dozên nû l çar rojnamegeran hatibû vekirin. Heşt rojnameger bi heman hincetê û bi 2 milyon û 545 hezar TL cezayê pereyan dihatin dadkirin. Doza derbarê yekî/ê de nehatibû qebûlkirin. Dozên derbarê şeşan de hîna nû hatibûn vekirin.
Di hemiya sala 2018ê de 4 sal û 9 meh û 17 roj cezayê girtinê (2 sal û 8 meh û 15 roj jê hatibû taloqkirin) rojnamegerekê/î li 7 rojnamegeran hatiye birin. 18 hezar TL cezayê pereyan li wênesaz û saziyeke medyayê hatiye birîn.
Heqareta li Erdoganî
Di sê mehên dawiyê de, ji ber nêrîn û rexneyên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, 9 rojnameger bi 46 sal û 8 meh cezayê girtinê hatine dadkirin. Yekî ji wan beraet kiriye, 28 hezar TL cezayê pereyan li 3yan hatiye birîn. Doza Ahmet Severî nû hatibû vekirin. Rojnameger Perîhan Magdenê ji ber du dosyayên cida ceza xwariye.
Şeş lêpirsînên li ser rojnamegeran (Berîvan Bîla, Hasan Cemal, Nûrcan Gokdemîr, Denîz Varli, Fatîh Portakal, Alîcan Ûlûdag) berdewam kiriye ku lêpirsînname li gorî Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) hatine amadekirin. Biryara ne hewceyî pêketinê ye ji bo rojnamegerekî (Levent Gultekîn) hatiye stendin. Li gorî vê encamê di sê mehên borî de, 16 rojnameger bûne bergûman ango bersûcên Erdoganî.
Xala 299ê ya TCKyê piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di Tebaxa 2014ê de bûye Serokomar ji bo rexne û tohmetên li ser wî hatiye pêk anîn. Heta 1ê Nîsana 2019ê herî kêm 57 rojnameger ji ber vê xalê hatine cezakirin.
Par di heman demê de ji ber nivîs, nêrîn û rexneyên wan, bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kirine” li gorî Xala 299ê ya TCKyê sal û 16 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtinê (sê sal û 2 meh û 22 roj cezayê girtinê hatiye taloqkirin) û 21 hezar TL cezayê pereyan li pênc rojnamegeran hatibû birîn. 4 rojnamegeran di encama dadkirinê de beraet kiribû. Bi heman îdiayê dadkirina 10 rojnamegeran berdewam dikir û 46 sal û 6 meh û 6 roj cezayê girtinê ji bo wan dihat xwestin. Dozên nû li sê rojnamegeran hatibû vekirin. Her weha lêpirsîna ku li ser rojnameger Ahmet Şik, Berpirsê Weşanê yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat û nûçegihanê rojnameya Cûmhûriyetê Alîcan Ûlûdagî berdewam dikir.
Di tevahiya sala 2018ê de bi giştî 38 sal û 5 meh û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 10 meh û 12 rojên wê hatine taloqkirin) û 35 hezar TL cezayê pereyan li herî kêm 20 rojnamegeran hatibû birîn.
Wikipedia du sal in ku qedexe ye
Di meha Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2019ê de biryara qedexeyê ji bo du weşanan hatiye stendin.
Sansura li ser Wikipediayê berdewam kir, rojnameyek hatiye komkirin, sansur li ser programeke televizyonê, li ser filmeke reklamê û li ser vîdeoyeke propagandaya hilbijartinê hatiye pêkanîn.
Malpera zanyariyan a herî mezin a dinyayê Wikipedia bi hinceta ku nivîsên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê tê de hene, 24 meh in li Tirkiyeyê qedexe ye.
Par di heman dewrê de 9 malperên nûçeyan, 73 nûçeyên li ser înternetê, pênc rojname, sê nivîsên rojnameyê, televizyonek, rêzefilmeke televizyonê, nameyek û raporek rastî sansurê hatibûn. Dîsa biryareke qedexeya weşanê hatibû derxistin û herî kêm du bûyerên sansurê yên cida çêbûbûn. Li ser istismara zarokan pirs li Îsmaîl Kahraman, Serokê Parlamentoyê hatibû kirin. Bersiva Kahramanî ji hêla 35 malperên nûçeyan ve bi sernavê “Parlamento istismara li ser zarokan diparêze” kiribûn nûçe. Ev nûçe hatine sansurkirin.
Di sala 2018ê de, herî kêm 2 hezar û 950 nûçeyên malperên înternetê, 77 tweet, 22 parvekirinên Facebookê, 5 vîdeoyên Facebookê, 10 malperên înternetê hatine astengkirin. Sê biryarên qedexeya weşanê (yek ji wan demkî bûye) hatiye stendin. Di nava salê de heşt rojname, du televizyon, du name, raporek, rêzefilmek televizyonan, roportajek hatibû sankurkirin. Malpera zanyariyan a herî mezin a dinyayê Wikipedia di tevahiya salê de sansurkirî bû.
Dadgeha Qanûna Bingehîn
Di van sê mehan de Dadgeha Qanûna Bingehîn di serlêdana sê kesan de diyar kiriye ku mafê azadiya xwe-îfadekirinê heye û ev maf hatiye binpêkirin. Lê biryar daye ku hewce nake tazmînatê bidin, biryar daye ku tenê ji bo mesrefên mehkemeyê 3 hezar û 94 TL pereyan bidin.
Dadgeha Destûrî dosyayên ku ne li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên desthilatdariyê ne, ji hin hêlan ve dixe rojeva xwe. Di vê demê de ji bo azadiya rojnamegerên weke Ahmet Altan û Nazli İlicakê gotinek ne got ku nêzîkî sê salan e girtî ne. Dîsa helwestek li dijî biryara li ser xebatkarên rojnameya Cûmhûriyetê jî nîşan neda. Biryar hatibû dayîn ku xebatkarên rojnameya Cûmhûriyetê dîsa bên girtin. Dîsa dadgehê demeke dirêj e dest nedaye dosyayên derbarê sansura înternetê de. Di vê demê de ji bo Salih Tûran, rojnamegerê girtî serî li Dadgeha Destûrî hatibû dayîn.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Di meha Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana sê jê rojnameger neh kesan biryara xwe daye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku Tirkiyeyê Xala 10ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û 43 hezar û 060 evro (264 hezar û 472 TL) cezayê pereyan li Tirkiye birî ye.
DMMEyê dosyaya rojnameger Şahîn Alpay û Mehmet Altanî piştî salekê, di 20ê Adara 2018ê de nirxandibû û biryara xwe gotibû ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê, ya derbarê mafê jiyanê de ne tê de, li Tirkiyeyê gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nayên pêkanîn. Ahmet Altan û Nazli İlicak jî di nav de gelek rojnamegerên ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016ê hatine girtin, bêyî ceza li wan bê birîn, li bendê ne ku DMME gilî û gazindên wan ên derbarê “girtîtiya xwe ya neheq” de binirxîne.
Bêcezahiştin
Doz li heft dozger û dadweran hatiye vekirin ku di Adara 2011ê de ji ber reşbeleka pirtûkê ya bi navê “Artêşa Melayî” (İmamın Ordusu) ya rojnameger Ahmet Şikî di encama komployê de girtine. Sedema vekirina doza li ser dadger û dozgeran “wezîfeya xwe xerab bi kar anîye” û “azadiya kesekî/ê asteng kiriye” bûye. Lê ji ber ku Daîreya Yargitayê ya ku wê dosya binirxanda hatiye guhertin, dadkirinê dest pê nekiriye.
8ê Hezîrana 2016ê li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Midyadê êrîşeke bombeyî çêbûbû. Di dema şopandina vê bûyerê de zêdetirî 10 rojnamegeran rastî êrîşa hêzên asayişê û komekê hatibûn. Doza derbarê vê de jî hê encam negirtiye. Û bêcezahiştin li vir jî berdewam dike.
Di îdianameyekê de ji bo malpera nûçeyan a evrensel.netê hatiye gotin ku dezgeheke medyayê ya “di bin kontrola rêxistina terorê de”. Fatîh Polat, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê gotiye ew ê vê mijarê bibin ber destê dadgehê.
Bi hinceta ku “heqaret” li Rasîm Ozan Kutahyaliyî kiriye cezayê pereyan li Azîz Yildirim, Serokê berê yê Kuluba Fenerbahçeyê hatiye birîn. Dadgehekê biryara beraetê daye Sedat Peker, serokê rêxistina sûcên birêxistinkirî ku li ser medyaya civakî gefa kuştinê li Fatîh Altayli, nivîskarê rojnameya Haberturkê xwariye.
Rojnameger Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlali di salên 1990an de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut dihate meşandin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Dadkirin bi du dosyayên cida berdewam dike.
RTUK
Di meha Kanuna Paşiyê-Sibat-Adara 2019ê de Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ji ber naveroka nûçe, bername û fîlmên di TV û radyoyan de, cezayê pereyî li 29 kanalên televizyonê birî ye. Di vê demê de ji bo kanalên radyoyê ti lêpirsînname nehatiye vekirin. RTUKê bi giştî 1 milyon û 967 hezar û 066 TL cezayê pereyî li kanalên TVyê birî ye.
Di sê mehan de 40 rojnameger ji kar hatine avêtin
Di navbera mehên Kanûna Paşiyê-Sibat–Adara 2019ê de herî kêm 40 rojnameger, gotarnûs an jî xebatkarên beşa karên nivîsan ji kar hatine derxistin an jî di encama guhertina edîtoryal a grûpa medyaya wan de neçar hatine hiştin ku ji kar derkevin.
Gelek dezgehên medyayê yên ji xetên cida yên siyasî, bi hinceta ku fikr û ramanên wan “bi dema nû ya pêvajoya polîtîk re li hev nake” nivîskarên xwe ji kar derxistine. Di vê demê de rojnameya Hurriyetê Farûk Bildirici, nûnerê nivîskaran ê ku neh sal in di rojnameyê de ev kar dikir, Prof. Dr. Teoman Cem Kadioglu (Posta), Aydin Unal (Yeni Şafak), Çaglar Cilara (TV5), Ahmet Taşgetîren (Cemaat radyosu), Huseyîn Torûn (Li Dîlokê karê rojnamegeriyê dikir) an ji kar hatine derxistin an jî programa wan hatiye bidawîkirin.
Par di heman dewrê de herî kêm 46 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatibûn derxistin an jî neçar hatibûn hiştin ku ji kar derkevin. Dîsa çar xebatkarên berê yên Sputnik Tirkiyeyê doza vegera karî vekiribûn. Di tevahiya sala 2018ê de 157 rojnameger û xebatkarên medyayê neçar hatibûn hiştin ji kar derkevin an jî ji ber bernameyên wan amade dikir/pêşkêş dikir qediya bûn, ji kar hatibûn derxistin. (EÖ/APA/MB/FD)