Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Rapora Azadiya Çapemeniy ya salane eşkere kiriye. Tirkiye sala 2018ê di nav 180 welatan de di rêza 157. de bû. Îsal jî cihê Tirkiyeyê neguheriye.
Li gor rapora RSFyê tûndkarî û nefreta li dijî rojnamegeran bûye rewşeka ji rêzê. Ev yek jî we dike ku rewşa tirsê zêde bibe.
Herweha li gor raporê cihên ku rojnameger dikarin bi awayekê ewle kar bikin kêm bûne. Guvaja desthilatên otorîter her ku diçe li ser rojnamegeran zêde dibe.
Sîyasetmedarên welatan yên rojnamegeran wek dijminan nîşan didin pêlên tirsê bilindtir dike.
Sekreterê giştî yê RSFyê, Christophe Deloireyî li ser rewşê weha gotiye:
“Heke gunehên minaqeşeyên sîyasî li rojnamegeran bê barkirin, ber bi şerekê navxweyî ve biçe. Hingê demokrasî dê bikeve di metirsîyê de.”
Li 180 welatan rewşa medyayê bi vî awayî ye.
Spî: Baş e
Zer: Ne xerab e
Pirteqalî: Kêşe hene
Sor: Di rewşeka xerab de ye
Reş: Di metirsiyê de ye
(HA/MB)