Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundema ku di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hatiye girtin li 23yem Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê, ya li Çaglayana Stenbolê berdewam kir. Di dozê de neh kes tên dadkirin.
Bixwîne - Dozên Ozgur Gundemê wê Nîsan û Gulanê berdewam bikin
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Kemal Sancili, xwediyê rojnameya Ozgur Gundemê da. Lê ji ber ku di dosyayeke din de ceza lê hatiye birîn, Sancili wê nekaribe ji girtîgehê derkeve. Ozgur Gundem bi KHKyê hatibû girtin.
Heyeta dadgehê her weha biryar girt ku dosyeya Eren Keskîna bersûc ya li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi dosyeya 23yem DCGyê re bibe yek. Keskîn di vê dosyayê de bi Reyhan Çapanê re tê dadkirin. Ji bo vê jî wê heyeta 23yem DCGyê, ji 13em DCGyê re nivîsekê binivîse.
Heyetê dîsa biryar girt ku ji bo nêrîna xwe ya dawî ya derbarê dosyayê de amade bike dosyayê bişînin ber destê dozgerî.
Ji bo bersûc û parêzerên wan li hemberî vê nêrînê, paraznameyên xwe amade bike, biryar girt ku dadkirin 3yê Tîrmeha 2019ê, saet di 09.30 deqîqeyan de berdewam bike.
Çi bûbû?Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin. Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin. Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin. Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker. Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin. Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da. Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin. Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin. Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin. Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan. |
(TP/FD)