Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Çagri Sari, Midûra kevin a Karên Nivîsan a rojnameya Evrenselê, ji ber ku nûçeya belgeyên Paradise Papersê kiribû nûçe û doza “heqaret û bêbextî”yê lê hatibû vekirin, duh li 2yem Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Bakirkoyê hatiye dadkirin. Berat û Serhat Albayrakî doz li Sariyê vekiribû.
Beriya dadkirinê parêzerên her du aliyan li salona dadgehê amade bûne.
Gul Sema Çevîk, dadwerê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku “berovajî ku tê îdiakirin sûc pêk nehatiye” biryara beraetê daye.
Onderoglû: Em dixwazin biryar pêşiyê li ber tacîzên li ser medyayê bigire
Piştî biryar hate aşkerekirin Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê (RSF) wiha gotiye. “Em kêfxweş bûne ku rojnameger Çagri Sariyê ji ber nûçeyên derbarê belgeyên Paradise Papersê, beraet kiriye. Daxwaza me ew e ku di hinceta biryarê de barê li ser rojnamegeriyê hêsan bike û pêşî li ber tacîzên li ser medyayê bigire”.
Çi bûbû?
Komek ji çapemeniya cîhanê, lêkolîn li ser 13 milyon û 400 hezar belgeyên derbarê hesabên offshore yên 120 siyasetmedar û karsazên ji 50 welatan kiribûn. Navê van belgeyan weke Paradise Papers (Kaxizên Bihuştê) hatibû danîn.
Derketibû holê ku di nava wan belgeyan de navê Berat Albayrak, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û birayê wî Serhat Albayrak derbas dibe. Her weha hatiye dîtin ku her du kurên Serokwezîrê demê Bînalî Yildirimî li Maltayê xwedî şîrketên ‘offshore’in.
Li Tirkiyeyê jî weke gelek saziyên medyayê rojnameya Evrenselê jî nûçeyên van belgeyan çêkiribûn.
Piştî ku nûçe hatin weşandin Berat û Serhat Albayrak, doz li ser rojnameger Çagri Sari, Midûra Kevin a Karên Nivîsan a Rojnameya Evrenselê vekiribûn. Hatibû îdiakirin ku “heqaret û bêbextî” li wan hatiye kirin û daxwaz kiribûn ku bila Çagri heta şeş salan bi cezayê girtinê were cezakirin. (HA/FD)