Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îro 9em danişîna doza Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê Erol Onderoglû, serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê, Prof. Dr. Sebnem Korûr Fîncanci Seroka Weqfa Mafên Mirovan (TİHV) a Tirkiyeyê nivîskar Ahmet Nesîn birêve çû. Rojname di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatibû girtin.
Dozgerî derbarê esasa dosyayê de nêrîna xwe aşkere kiri û xwest ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê”, “tehrîkirina sûcî” û “parastina sûc û sûcdaran” werin cezakirin.
Heyeta 13em Cezayê Giran a Stenbolê ji bo ku bersûc û parêzerên wan paraznameyên xwe yên derbarê esasa dosyayê de amade bikin, biryar girt ku dadkirin 15ê Nîsanê, saet di 10.00ê de berdewam bike.
Şebnem Korûr Fîncanci û Erol Onderoglû beşdarî danişînê bûn.
Her weha Ahmet Şik, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konsolosê Fransayê, nûnerên RSFyê yên Almanya û Fransayê, nûnerên Komeleya Welatiyan, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dadkirin şopandin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.(TP/FD)