Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdî Îpekçî, dema sernûs û Berpirsê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Milliyetê bû li ber mala xwe ya li Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hatibû. Îpekçiyê ku di encama êrîşê de hatibû kuştin di salvegera 40em a kuştina xwe de li ser gora xwe hatiye bibîranîn.
Nûkhet Îpekçî Îzet keça Abdî Îpekçî û Tûrgay Olcayto Serokê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) li ser gorê axivîne.
Li gel Îzet û Olcaytoyî, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş, Sekreterê Giştî yê Konseya Çapemeniyê Mûstafa Eşmen, Seroka Partiya Gel a Komarî ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, Berpirsiyarê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Milliyetê Mete Belovacikli û dostên wî beşdarî merasîmê bûne.
Nûkhet Îpekçî Îzet, keça Îpekçiyî gotiye ku “Êşên me li hêlekê, piştî 40 salî hejmara rojnamegerên ku tên kuştin zêde bûne.”
Tûrgay Olcayto, Serokê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê jî gotiye, “Abdî Îpekçî rojnamegerekî wiha bû ku di hemû jiyana xwe de piştgiriya aştiyê kirî û bi hezkirina mirovan tijî bû. Hêzên tarî yên ku ew dane kuştin, digel ku 40 sal derbas bûye hîna nehatine aşkerekirin. Weke Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê em dixwazin ku dosyayên derbarê kuştina rojnamegeran ên failên wan ne diyar ji refikan bên daxistin û ji bo dosyayên ku failên wan nediyar mane, li Parlamentoyê komisyona lêkolînê were avakirin. Lewra ev pêşî li van bûyerên failên wan ne diyar neyê girtin, wê êrîşên li ser rojnamegeran berdewam bikin.” (HA/FD)
* Foto: Emin İleri / Anadolu Ajansı