Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malpera teyit.orgê raporek amade kiriye. Rapor têkiliya civakê û medyayê nîşan dide. Ji bo raporê xebatkaran rû-bi-rû pirs ji 1.500 kesên li hemî navemdên bajarên Tirkiyeyê dijîn kirine. hin encamên lêkolînê ev in:
Ji bo dîtina hemiya raporê bitikîne(bi zimanê tirkî ye)
*Ji sedî 97ê beşdarandiyar kirine ku ew her roj ya kêm carekê li înternetê dinêrin.
*Ji sedî 72yê beşdaran ji bo li medyaya civakî binêrin înternetê vedikin.
*Ji sedî 62yê wan kesên li înternetê dinêrin li nêçeyan dinêrin.
*Ji sedî 44,8ê wan kesên ji 50 saliyê pîrtir ji bo li nûçeyan binêrin li înternetê dinêrin.
Sebebên ku beşdar li nûçeyan nanêrin
*Ew kesên diyar dikin wextê wan nîne: %26,0
*”Derew di nûçeyan de hene”: 20,9
*”Ez qîma xwe li rastiya agahiyên di nûçeyê de nahînim”:%19,2
*”Nûçe bandoreka neyînî li min dike”:15,3
*”Bala min ne li ser nûçeyan e”: 10,7
*”Bi xwendina nûçeyan wextê min li ber avê diçe”: 7,9
Bixwîne: Li Tirkiyeyê çepgir ji înternetê û rastgir ji televizyonê li nûçeyan dinêrin
Raporên berê
Li gor rapora Reuters û Oxfordê:
*Çavkaniya herî bihêz a standina nûçeyan televizyon e. Ji sedî 48ê welatiyan televizyonê wek çavkaniya sereke ya standina nûçeyan dibînin.
*Xelkê çepgir(ji sedî 45) ji înternetê li nûçeyan dinêrin, rastgir(ji sedî 59) ji televizyonê li nûçeyan dinêrin.
*Ji sedî 7ê xelkê ji radyoyê û ji sedî 6ê xelkê ji medyaya çapkirî li nûçeyan dinêrin.
*Ji sedî 7ê medyaya dîjîtal ne girêdayî ti sazî û rêxistinan in.
*Ji sedî 53yê kesên 18-24 salî ji telefonên destan li nûçeyan dinêrin.
*Ji sedî 43yê xelkên li Tirkiyeyê ji telefona destan li nûçeyan dinêrin.
(OI/EKN/MB)