Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ans Boerasma, nûçegihana rojnameya ekonomiyê ya hollendî ya bi navê Het Financieele Dagblad, ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin.
Hatiye diyarkirin ku Boersma, bi hinceta ewlehiyê hatiye dersînorkirin. Rojnamegera hollendî ji sala 2017ê û vir ve li Stenbolê dijiya.
Boersmayê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaghên #pressfreedom û #freeturkeymedia wiha nivîsandiye:
“Te ji nişkê ve xwe di balafira Hollandayê de dîtiye. Tu weke mirova ku li Tirkiyeyê nayê xwestin hatiyî ragihandin.”
FD: Hinceteke fermî nehatiye aşkerekirin
Rojnameyê derbarê mijarê de nûçeyek belav kiriye û wiha gotiye:
“(…) Rayedarên tirkan derbarê vê biryarê de ti hinceteke fermî pêşkêş nekirin.
“Boersma roja çarşemê saetên sibehê ji bo dirêjkirina dema destûra mayîna li Tirkiyeyê li saziya biyaniyan hatibû desteserkirin.
“Li navenda polîsan jê re hatiye gotin ku ew ê ji Tirkiyeyê bê dersînorkirin. Tirkiye ew weke miroveke ku li Tirkiyeyê nayê xwestin ragihandiye.
“Boersmayê ji bo sala 2019ê hefteya borî karta çapemeniyê ya Tirkiyeyê stendibû. Ji sala 2017ê û vir ve ji bo Financieele Dagblad, rojnameya Trouw û kovara One Worldê li Tirkiyeyê kar dikir.
“Boersma û FD li dijî biryara dersînorkirinê wê ji hollandayê têkoşîna xwe bide meşandin…”
Jan Bonjer, Berpirsê Wêşanê yê heman rojnameyê gotiye “Cihê xemgîniyê ye ku li Tirkiyeyê rojnameger nikarin di nava aramiyê de karên xwe bikin.” (EKN/FD)