Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundema ku di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hatiye girtin li 23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ya li Çaglayana Stenbolê berdewam kir. Di dozê de neh kes tên dadkirin.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir û bi sedema ku “delîlên xurt ên sûckirinê hene û ihtimala revê heye" daxwaza serbestiya Kemal Sancili, xwediyê rojnameyê qebûl nekir.
Parêzeran daxwaza demê kirin da ku kelûpelên dijîtal kontrol bikin. Dadkirin wê 10ê Nîsanê saet 09.15 deqîqeyan de berdewam bike.
Serokê heyeta dadgehê. Ahmet Ûgûz – Endam: Dr. Abdûllah Ok, Emîne Çakir – Dozger: Aydin Boztaş.
Sanciliyî daxwaza tehliyeya xwe kir
Înan Kizilkaya, bergumanê tehliyekirî û parêzerên bergûmanan beşdarî dadkirinê bûn. Kemal Sanciliyê girtî jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) peşdar bû.
Serokê heyeta dadgehê Ahmet Ûgûzî ji bergûman û parêzeran wan pirsî ku derbarê raporên lêkolîna materyalên dijîtal de çi difikirin.
Sanciliyê girtî got, rapor negihiştine ber destê wî, ji ber wê ew ê xwe neparêze. Sancili her weha diyar kir ku ew nêzîkî salekê ye girtî ye û daxwaza tehliyeya xwe dike. (TP/FD)