Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
13em danişîna Doza Çapemeniyê ya KCKyê li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Di dozê de 46 rojnameger tên dadkirin. Evrîm Kepenek û Nûrî Firat û parêzerên wan beşdarî dadkirinê bûn.
Parêzer Ozcan Kiliçî diyar kir ku endamên asayişê yên lêpirsîna dozê dane meşandin, bi îdiaya “komplo” li rojnamegerên di vê dozê de tên dadkirin kirine, li 26em Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê tên dadkirin. Kiliçî daxwaz ji dadgehê kir ku aqûbeta vê doza li 26em DCAyê berdewam dike, bipirsin.
Doz ev heft sal in ku berdewam dike
Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir. Li gorî vê biryarê wê li aqûbeta doza 26em DCAyê bê pirsîn.
Doz wê 9ê Gulanê berdewam bike. (EMK/FD)