Rêxistina Efûyê: Bila NY ji bo Cemal Kaşikçiyî lêpirsînê bide destpêkirin
![Rêxistina Efûyê: Bila NY ji bo Cemal Kaşikçiyî lêpirsînê bide destpêkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/204/344/original/kacikci.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê di 100emîn roja kuştina Cemal Kaşikçiyî de li ber avahayi Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Erol Onderoglû, Nûnerê rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê û raportorê bianetê jî piştgirî da daxuyaniyê.
Bixwîne - Siûdiyê qebûl kiriye ku Kaşikçi li Konsolxaneyê hatiye kuştin
Goksu Ozahishali Berpirsa Kampanyayên Ofîsa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navnetewî daxuyanî xwend û diyar kir ku Kaşikçi parazvanê azadiya xweîfadekirinê yê li cîhana erebî bû. Her weha daxwaza dadê ji bo Kaşikçiyî hat kirin.
Hat bibîrxistin ku 2yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) yê 2018ê rayedarên Erebistana Siûdiyê Kaşikçi bi darê zorê winda kirine û hîna jî laşê wî nehatiye dîtin.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ew bawer naken rayedarên Siûdiyê lêpirsîneke adil û pêbawer bimeşînin û ji Neteweyên Yekgirtî xwestin ku lêpirsînê bidin destpêkirin.
Erol Onderoglû, nûnerê RSFyê yê li Tirkiyeyê jî got ku, divê civaka navnetewî piştgiriyê bide lêpirsîna li Tirkiyeyê tê meşandin. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)