Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskar Perîhan Magden û rojnameger Tûnca Ogreten, Orhan Şahîn û Mehmet Çaglar, bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kirine” li 2yem Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya li Stenbolê tên dadkirin. Îro danişîna wan berdewam kir.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku nivîskar Magden û rojnameger Ogreten “heqaret li Serokomarî kirine” û her yek ji wan bi 7 hezar lîreyê ceza kir. Her weha biryara beraeta rojnameger Orhan Şahîn û Mehmet Çaglarî da.
Cezayê Magden û Ogretenî nehat taloqkirin. Parêzerên wan wê li hemberî biryarê serî li dadgeha istinafê bidin.
Ogreten: Ez tenê navbeynkar bûm
Tûnca Ogreten, parêzera wî Sevgi Kalan Guvercin û Melike Polat Bursali parêzera Magdenê li salonê hazir bûn. Her weha Erol Onderoglû Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê (RSF) jî danişîn şopand.
Ogreten daxwaza beraeta xwe kir û wiha got:
“Ev hevpeyvîn bû. Min tiştên ku di hevpeyvînê de hatibû gotin li ser kaxizê nivîsand û çi ji min re hatibe gotin min ew nivîsand. Ji ber ku Perîhan Xan jî wêjenas e, dirûv pê xist. Ez jî wisa nefikirîm ku di vê de heqaret hebe. Armanceke min a heqareta li Serokomarî nebû”.
Piştî dadgeh qediya, Erol Onderoglû nûnerê RSF ê Tirkiyeyê diyar kir ku “cezayekî bêpîvan hatiye dayîn.”
Çi bûbû?
Piştî ku kovara Noktayê bi berga “Selfieya Erdoganî” weşana xwe kir, di Îlona 2015ê de biryara berhevkirina kovarê hatibû derxistin. Li ser vê rewşê, Tûnca Ogreten edîtorê diken.com.tr ê wê demê, di 14ê Îlona 2015ê de hevpeyvînek bi Perîhan Magdenê re kiribû.
Magdenê di hevpeyvîna xwe de Serokomar Erdogan şibandibû “pilingekî, ajalekî li quncikê asê maye”.
Hevpeyvîn di malpera rojnameya Yurtê de jî hatibû weşandin. Li ser vê rewşê, bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kirine” doz li Ogreten, Magden û rêveberên rojnameya Yurtê yên wê demê Orhan Şahîn û Mehmet Çaglar Tekîn doz hatibû vekirin. (TP/FD)