Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe li ser gora xwe hate bîranîn. Goktepe beriya niha bi 23 salan li Stenbolê dema li pey nûçeya xwe bû, ji hêla polîsan ve hatibû desteserkirin û hatibû kuştin.
Gora Goktepeyî, li Goristana Kemerê ya li Esenlera Stenbolê ye.
Li gel dêya wî Fadîme Goktepeyê, Dayikên/Mirovêş Aştiyê, Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû, Seroka CHPya Stenbolê Canan Kaftancioglû, Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan û Alîkarê Seroka Giştî ê heman partiyê Levent Tuzel, Serokê Sendîkaya DİSK Basın İşê Farûk Eren, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, xebatkarên rojnameya Evrenselê, malbata Goktepeyî, rojnameger û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn.
Di dema bîranînê de sloganên weke “Metîn namirin, evrensel bêdeng nabe”, “Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hatin avêtin. Her weha kaxizên li ser wan “Çapeminiya Azad, Welatê Azad”, “Bila rojnamegerên girtî bên berdan”, “Kujerê Metînî dewleta çete ey”, “Evrensel dinivîse, Metîn dijî” hatin hilgirtin.
“Em soz didin ku pênûsa Metînî li erdê namîne”
Kesên beşdarî merasîmê bûn, qurnefîl û rojnameya Evrenselê danîn ser gora Metîn Goktepeyî. Fatîh Polat, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê got, “Em careke din wê sozê bidin ku pênûsa Metîn û hemû hempîşeyeyên ku me ew winda kirine li erdê nahêlin.”
Paşê Meryem Goktepe, xwuşka Metîn Goktepeyê axivî û got, “Weke ku roja Metîn Goktepe hate kuştin îro îro jî dixwazin fişarê li ser rojnamegeriyê bikin.”
Kuştina Metîn Goktepe û doza wî
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta “ewlekariyê” jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên “bi awayekî berbiçav kuştina mirovan” û “bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan” her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin. (EMK/FD)