Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî derbarê operasyonên di sala 2018ê de hatine kirin de daxuyaniyek weşandiye.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya Wezaretê hatiye belavkirin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, “Di navbera 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) û 31ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) de lêkolîna parvekirinên 42 hezar û 406 hesabên medyaya civakî kirine. Ji van, derbarê 18 hezar û 376 kesan de lêpirsîn hatine vekirin.
Di salekê de 7 hezar kes hatine desteserkirin
Suleyman Soylû, Wezîre Navxweyî, 11ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) li Komxebata Sûcên Sîberê axivî bû û derbarê operasyonên li ser bikarhêhenerên medyaya civakî de wiha gotibû:
“Ji bo lêkolînê li ser parvekirinên di naveroka wan de tiştên sûc in hene bikin me tîmên sanal ava kirine ku heft rojan û 24 saetan kar dikin.
“Di vê çarçoveyê de sala 2018ê li derdora 110 hezar hesabên medyaya civakî yên di nava xebatên sîberê de ne û alîgiriya rêxistinên terorê dikin hatine şopandin. Bikarhênerê 45 hezar hesabî hatine tespîtkirin û 7 hezar ji van jî hatine desteserkirin”. (AS/FD)