Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
22yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê li Stenbolê di encama serdegirtina malan de 11 kes hatibûn desteserkirin. Duh (25ê Kanûna Pêşiyê) ew birine Edliyeya Anadolûyê ya li Stenbolê.
Bêyî ku dozger îfadeyên wan bigire, bi daxwaza girtinê ew şandine dadgehê.
Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatine girtin
1em Dadweriya Sûc u Cezayan a Anadolûyê îfadeyê her heşt kesan girtiye û bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” ew girtine. Tûgba Bûlût, xebatkara rojnameya Yeni Yaşamê jî di nav de heşt kesên ku hatine girtin ev in: Mehmet Acûn, Nûrten Gundem, Osman Begbaga, Ercan Ekinci, Şahîn Ozyildirim, Rodî Bozyel û Omer Taşkiran.
Sê kesên din bi şertê kontola edlî serbest mane. Heşt kes bi hinceta ku axavtinên wan ên di telefonan de, parvekirinên wan ên medyaya civakî û pirtûk û kovarên li malên wan hatine dîtin, hatine girtin. (EMK/FD)