Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê biryara serbestiyê ji bo Max Zirngast, rojnamegerê avusturyayî daye. Zirngast ji 21ê Îlonê û vir ve girtî ye. Rojnameger wê nikaribe derkeve ji derveyî Tirkiyeyê.
Rojnamegerê avûstûryayî bi tohmeta “endamtiya rêxistin” di 11ê Îlonê de hatibû desteserkirin û ew xistibûn Girtîgeha Sîncanê. 26em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê herweha biryar girtiye ku Zirngast wê nikariba derkeve ji derveyî Tirkiyeyê. Max Zirngast 11ê Nîsana 2019ê wê cara pêşiyê derkeve pêşberî dadgehê.
Hate zanîn ku Mithatcan Turetken û Hatice Goz, endamên Meclîsa Avakar a Partiya Azadiya Civakî jî tevlî Zirngastî hatine berdan.
Jacobîn, yek ji kovarên ku Zirngast ji bo wan kar dike zanyariya serbestiya Zirngastî bi van gotinan ragihandiye: “Xebereke me ya xweş a Noelê ji we re heye”.
Çi bûbû?
Kovara re:voltê 11ê Îlonê di saetên şevê de li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku rojnameger Max Zirngastê bi wan re kar dike, destê sibehê li Enqereyê hatiye desteserkirin. Li gorî heman daxuyaniyê polîsên dijterorê ew desteser kirine.
Kovarê dîsa li ser hesabê xwe wiha nivîsibû: “Tirkiye dixwaze hemû dengên mixalîf tepeser bike. Wê nikaribin vî tiştî bikin!”.
Li gorî daxuyaniya ku kovarê li ser hesabê xwe yê Twitterê kiribû, rojnameger bi tohmeta ‘terorê’ hatiye desteserkirin. Hatibû gotin ku ‘ihtimal heye bi peydakirina weşanên siyasî’ tê tohmetkirin.
Kovara Jacobinê ya ku Zirngast lê kar dike jî di daxuyaniya xwe de gotibû: “Yek ji nivîskarên me li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin, ev sînordarkirina demokrasiyê ye.”
Hikûmeta Avusturyayê: Rojnamegerê desteserkirî, demildest serbest bikin
Berdevkê Hikûmeta Avusturyayê Peter Launsky-Tieffenthal ji ber desteserkirina Max Zirngastî daxuyaniyek dabû.
Tieffenthalî wiha gotibû: “Hikûmeta Avûstûryayê bê şert û merc piştevaniya azadiya ramanê û çapemeniyê dike. Em bi rêya Serkonsolosiya Avusturyayê piştgiriyê didin welatiyê me yê ku hatiye desteserkirin.
Berdevkî her weha ji Tirkiyeyê xwestibû ku sedemên desteserkirinê aşkere bikin û rojnamegerî zûbizû serbest bikin.
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî daxwaza serbestiya Zirngastî kiribû.
Yek ji nivîskarên “Dorpêçkirina Kobanê” ye
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Zirngast yek ji wan nivîskaran e ku pirtûka “Dorpêçkirina Kobanê” nivîsandiye. Pirtûk sala 2015ê bi Almanî hatibû weşandin. (PT/FD)