Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî 9ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê bersiva pirsên Atîla Sertel, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Îzmîrê daye. Oktayî di bersiva xwe de gotiye di sê salên dawiyê de hezar û 954 kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hatine betalkirin.
Li gorî heman bersivê kartên 705 kesan hatine betalkirin ku di saziyên bi hinceta têkiliya wan bi FETOyê re hene û hatine girtin de kar dikirin. Oktayî diyar kiriye ku biryara betalkirina kartên çapemeniyê li gorî Xala 29ê ya Rêziknameya Kartên Çapemeniyê de hatiye standin.
Li gorî daneyan, sala 2016ê kartên 889 rojnamegeran hatine betalkirin. Li gorî hejmarên nû, di nava sê salan de rêjeya kesên ku kartên wan hatine betalkirin ji sedî 220 zêdetir bûye û gihiştiye hezar û 954an.
Oktayî ev zanyarî dane:
“Heta 29ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) ya 2018ê kartên 15 hezar û 206 rojnamegeran hebû. Komisyona Kartên Çapemeniyê wê di civîna xwe de derbarê 581 serlêdanan de biryarekê bide.”
“Divê nûnerên rojnamegeran di komisyonê de cî bigirin”
Sertelî derbarê mijarê de diyar kiriye ku di sê salên dawiyê de kartên ji sedî 10ê rojnamegeran hatine betalkirin. Sertelî gotiye ku divê nûnerên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê beşdarî civîna komisyona kartên çapemeniyê bibin.
9ê Tîrmeha 2018ê Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemeniyê ya kartên çapemeniyê yên zer dide rojnamegeran hatibû girtin ku girêdayî Serokwezaretê bû. Erk û wezîfeyên wê dane Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê.
14ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê rêziknameya derbarê kartên çapemeniyê de hate guhertin. Xalên ku derbarê betalkirina kartan de hatiye hêsankirin lê stendina kartan zehmettir bûye. (EMK/FD)