Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Kurşat Akyol di 51 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwe. Cenazêyê Akyolî piştî nimêja esir, wê ji Mizgefta Şakirînê ya li Uskudarê ber bi goristanê ve bê oxirkirin.
Akyol sala 1967an li Îzmîrê ji dayik bûye û bi qasî 30 salan li rojnameya Gunaydin, Radikal, Karşı, Kanal 6ê û beşa tirkî ya BBCyê de kar kiriye.
Her weha nûçe û roportajên wî di Westdeutscher Rundfunk Kolnê (WDR), Al Monitor û Deutsche Welleyê de jî hatine belavkirin. Akyol demeke ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin.
Nivîsa wî ya herî dawî 7ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê bi sernavê “Gelo pêla kûr wê were?” di WDRyê de hatibû weşandin. (HK/FD)