Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna xwe ya îro de biryar girt ku Hunkar Hudayî Yûrtsever, Îlhan Aslan û Mazlûm Demîrtaş bên tehliyekirin. Lê ji bo rojnameger Îsmînaz Temel, Erkan Kakça û Çoşkûn Yîgîtî biryara berdanê neda.
Dadgehkirin wê 14ê Sibata 2019ê berdawam bike.
Heyeta dadgehê ji van kesan pêk hatibû: Serokê heyetê Tamer Keskîn, endamên heyetê Ramazan Çîkçek û Talîp Ergen. Dozgerê dozê jî Mûrat Demîrcîoglû bûye.
Daxwaz hat kirin ku biryara kontrola edlî rabe
Li gel parêzerên wan gumanbar Coşkun Yiğit, Erkan Kakça, Hünkar Hüdayi Yurtsever, İlhan Aslan, İsminaz Temel, Mazlum Demirtaş; tutuksuz sanıklar Havva Çuştan, Ali Haydar Doğan, İsmail Geçer, Mehmet Aslan, Nihat Göktaş, Onur Binbir, Özlem Gümüştaş, Sercan Genç, Sezin Uçar, Özgen Saadet, Meral Tatar, Ali Düzkün, Garib Ekin Saygılı, Gülhan Kaya, Doğukan Onur Gürsoybeşdarî danişînê bûn.
Danişîn bi pêşkêşiya paraznameya wan gumanbaran dest pê kir ku nehatine girtin. Hemû gumanbaran ew tohmet ret kirin ku tê gotin “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine”.
Gumanbaran her weha xwestin ku biryara kontrola edlî ya li ser wan bê rakirin. Parêzeran jî daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.
Temel: Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin
Îsmînaz Temel, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) ya girtî diyar kir ku ev 13 meh û 10 roj in girtî ye. Temelê wiha berdewam kir:
“Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Hemû delîlên ku di dosyayê de cih digirin ew wêneyên min ên di dema karê min de ji hêla polîsan ve hatîne kişandin in.
“Ez bi endamtiya rêxistinê têm tohmetkirin. Lê ti delîl ji bo vê nîne. Heke ku ev darizandin di çarçoveya hiqûqê de çêbibe ez û hevalên xwe em ê beraet bikin. Ji ber vê ez dixwazim pêşiyê biryara tehliyeyê paşê jî biryara beraetê bê dayîn”.
Biryara berdewama girtîtiyê hate dayîn
Dadgehê piştî pêşkêşiya paraznameyan, biryar girt ku rojnameger Îsmînaz Temel, Coşkûn Yîgît û Ercan Kakça girtî bimînin.
Dîsa li gorî biryara dadgehê Hunkar Hudayî Yûrtsever, Îlhan Aslan û Mazlûm Demîrtaş hatin tehliyekirin. Her weha rakirina biryara kontrola edlî ya gumanbarên negirtî hate dayîn. (TP/FD)