Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî PENa Tirkiyeyê beriya niha bi çend salan ji bo balê bikişîne ser nivîskar, wergêr, rojnameger û weşangerên li seranserî cîhanê girtî ne, di bin gefa mirinê de ne, 15ê Çiriya Paşiyê weke Roja Nivîskarên Girtî ragihandiye.
Di vê çarçoveyê de her sal pênc nav t^ne hilbijartin û di daxuyaniyê de behsa wan tê kirin. PENa Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de îsal behsa rojnamegerên li Bangladêş, Erître, Meksîka, Misir, Rûsya û Ûkraynayê kiriye.
Li Bangladêşê ji bo wênegir, nivîskar û çalakvan Shahidul Alamî ji 7 salan heta 14 salan cezayê zindanîkirinê tê xwestin, li Erîtreyê rojnameger û nivîskarê Swedî-Erîtreyî Dawit Îsaak 17 sal e ku girtî ye, nivîskar û çalakvanê Misrî Wael Abbas hîna jî girtî ye. Li Rûsyayê sînemavanê Ukraynî û nivîskar Oleg Sentsov, ji ber ku dagirkirina Kirimê protesto kiriye li Sîbiryayê tê girtin û 20 sal cezayê girtinê jê re dixwazin.
“Zindanîkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin”
PENa Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Em daxwaz dikin ku hesab ji wan kesan bê xwestin ku li Tirkiyeyê, Meksîkayê, Maltayê, Rûsyayê rojnameger kuştine û dane kuştin. Her weha em rewşa 123 rojnameger û nivîskarên li welatê me girtî ne qebûl nakin ku ji ber nivîs û ramanên xwe, di encama pêkanînên antî-demokratîk de hatine girtin.” (EMK/FD)