Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) li nûnertiya xwe ya li bajarê Bonna Almanyayê bi munasebeta “Roja Pêşîlêgirtina Li Bêcezatiya Sûcên Li Dijî Rojnamegeran” daxuyaniyek belav kiriye. Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, li cîhanê her ji çar rojan rojekê, rojnamegerek tê kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku tenê îsal, 86 rojnameger hatine kuştin. Dîsa ji sala 2006ê û heta niha 1096 rojnameger ji ber karên xwe yên pîşeyî bûne qurbanî.
Ji sedî 55ê mirinan li herêmên ku şerên çekdarî lê nîne çêbûne
Li gorî amarên ku UNESCOyê par ve kirine, ji sala 2006ê heta dawiya sala 2017ê 1010 rojnameger hatine kuştin. Ji sedî 550ê van bûyeran, li herêmên ku şerên çekdarî lê tune bûn çêbûne. Tenê ji sedî 10ê van bûyeran hatine ronîkirin.
Herêma herî bixeter a ji bo rojnamegeran Asya – Pasifîk e
Di sala 2017ê de ji sedî 34ê kuştina rojnamegeran li herêma Asya – Pasifîkê çêbûne. Li dû wê jî sedî 28an herêmên Amerîkaya Latîn û Karayîp hatiye.
Rojnameger herî zêde li welatên Ereban (ji sedî 22) û li Afrîkayê (ji sedî 7) çêbûne.
Par herî zêde li Meksîkayê rojnameger hatine kuştin. 13 rojnameger di vê salê de li vî welatî hatine kuştin û Meksîka were welatê herî bixeter e ji bo rojnamegeran. Piştî Meksîkayê bi 11 kuştinan Afganîstan hatiye.
Sala 2017ê ji sedî 90ê rojnamegerên ku hatine kuştin, di rojnameyên herêmî de kar dikirin.
Çapemeniya azad li Ewropayê jî di bin gefan de ye
Maria Böhmer Berpirsa Almanyayê ya UNESCOyê bi bîr xistiye ku li Maltayê rojnameger Daphne Caruana Galizia û li Slovakyayê Jan Kuciak hatine kuştin. Böhmer diyar kiriye ku çapemeniya azad li Ewropayê di bin gefan de ye û gotiye ku kuştina Cemal Kaşikçiyî herkes xistine nava şokê. (OI/HA/FD)