Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê ya Tîrmeh, Tebax û Îlona 2018ê otorîterî û navendîbûn kûrtir bûye. Yekîtiya Ewropayê (YE) û derdorên navnetewî yên peywendîdar, di serî de yên derbarê azadiya xweîfadekirinê de binpêkirinên derbarê azadiyan û mafên bingehîn de rexne şermezar kirine.
Binpêkirinên derbarê mafên bingehîn û azadiyan de têkiliya di navbera Tirkiye û YEyê ne xaleke sereke bûye ku Tirkiye ji nû ve dixwaze gotûbêjan bi YEyê re bide destpêkirin. Digel vê rewşê jî derxistina Bultena Sor a ji bo rojnameger û nivîskar Ragip Zarakolû, girtina Max Zirngastê avusturyayî ya bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, doza “girtina bêmaf” a Denîz Yucel, nûçegihanê rojnameya Die Welta almanî û hin dozên weke vê, li Ewropayê bûne rojev.
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BİAyê, di serdema Tîrmeh, Tebax û Îlona 2019ê de gelek rojnamegerên bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistine” û “heqareta li Serokomarî” dihatin dadgehkirin, ceza li wan hatiye birîn û rêya girtîgehê li ber wan vebûye.
Heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan hiştiye 49 rojnameger bên girtin, ceza bidin wan û vî cezayî taloq bikin û cezayê pareyan li wan bibirin. Ev xal derbarê “sûcê heqaretê” ya li Serokomarî de ye.
Li gorî raporê, di van sê mehan de bi tohmeta “heqaret” û “darbekariyê” herî kêm 304 rojnamegeran û nûnerên medyayê 46 caran cezayê muebeta hatiye girankirin, cezayekî muebetê, 3 hezar û 23 sal û 10 meh cezayê girtinê, 30 hezar TL cezayê pareyan û 3 milyon û 540 hezar TL tazmînata manewî hatine dadkirin.
Dosyayên 123 rojnamegerên li Tirkiyeyê ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî didin xuyakirin ku bê ka Qanûna Dijterorê, Qanûna Cezayan a Tirkan û Qanûna Dadkirinê ya Cezayan çiqasî nakok e bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re.
Di Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê de beşên weke “rojnamegerên ku hatine kuştin”, “rojnamegerên girtî”, “êrîş, gef û astengkirin”, “bêcezatî/mapfarêzî”, “lêpirsîn, dozên ku hatine vekirin û yên berdewam dikin, biryarên ku hatine dayin”, “dozên heqaretê û yên tazmînatê”, “qedexekirin, girtin û destdanîn”, “Dadgeha Destûra Bingehîn”, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê” û “Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê” hene.
123 rojnameger girtî ne
123 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) di girtîgehê de bûn. Ji 123 rojnamegeran 36 ji wan tên dadgehkirin. 31 ji van dosyayên xwe birina dadgeha îstînafê yan jî Dadgeha Bilind. Li 27an hikum hatiye birîn, 29 jê jî li bende îdianameyên xwe ne.
Par di van her sê mehan de ji 122 rojnameger girtî bûn. 75 ji wan di medyaya Cemaetê de, 28 jî di medyaya kurdan de kar dikirin.
73 rojnameger di saziyên medyaya nêzîkî Cimaeta Gulenî de dixebitin. 36 ji wan di medyaya kurdan de kar dikirin. Di vê demê de rojnamegerên girtî bi tohmeta “darbekarî”, “hewla rûxandina pergala destûra bingehîn”, “hevkarî û alîkariya bi rêxistinên weke FETO, PKK, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, û Tevgera Berxwedanê re” hatine sûcdarkirin.
Desteserkirin
Di navbera Tîrmeh-Tebax-Îlona 2018ê de heft rojnameger hatine desteserkirin. pênc ji van ji ber lêpirsînên bi “Pirsgirêka Kurdan” re girêdayî hatine desteserkirin.
Par di heman demê de, 14 rojnameger hatibûn desteserkirin. Heft jê ji ber tehqîqata bi “Pirsgirêka Kurdan”, çar jê jî bi ya “FETO”yê re girêdayî hatibûn desteserkirin.
Di tevahiya sala 2017ê de 31 jê ji saziyên medyayê yên nêzîkî Cimaeta Fethullah Gulenî, 20 jê ji medyaya kurdan, pênc jê jî nûnerên medyaya navnetewî, bi giştî 85 rojnameger hatibûn desteserkirin. Sala 2016ê ev hejmar 201 bû ku hewldana darbeyê çêbûbû û Rewşa Awarte hatibû ragihandin.
Tundkariya polîsan
Di navbera meha Tîrmeh-Tebax-Îlonê de 13 rojnameger rastî êrîşê hatine, gefa kuştinê li du rojnamegera hatiye xwarin. Bi taybetî mudaxeleya li ser neh nûçegihanan a di dema çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê de tundkariya polîsan aniye rojevê.
Di heman mehên sala 2017ê herî hindik 5 rojnameger rastî êrîşa laşî, du jî rastî ya devkî hatibûn. Her wiha gef li sê rojnamegeran hatibû xwarin. Di sala 2017ê rojnamegerek jin a ji Sûriyeyê li Stenbolê hatibû kuştin, 20 rojnameger, rojnameyek û weşanxaneyek rastî êrîşê hatibû. Gef li 12 rojname û pênc saziyên medyayê hatibû xwarin. Pênc rojnameger rastî êrîşa devavêtinê hatibûn.
47 caran muebet tê xwestin
Di mehên Tîrmeh-Tebax û Îlona 2018ê de bi tohmeta “beşdariya darbeyê” ji bo 12 rojnameger û nûnerên medyayê bi giştî 35 caran cezayê muebetê tê xwestin. 11 heban beraet kirine. Dîsa bi tohmeta ku “sîxurtî kirine” û “belgeyên nepenî yên dewletê belav kirine” ji bo 10 rojnamegeran bi giştî muebetek û 454 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di van dozan de rojnamegerekî beraet kiriye. Bi tohmeta “xirakirina yekîtiya dewletê” ji bo 10 rojnamegeran 10 caran cezayê muebeta girankirî tê xwestin.
Di mehên Tîrmeh-Tebax û Îlonê de bi tohmeta “rêveberiya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “Digel ku ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “alîkariya bi rêxistinê” ji bo 125 rojnamegeran bi giştî hezar û 912 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin. 114 sal cezayê girtîgehê li 13 rojnamegeran hatiye birîn, Li 16 rojnamegeran doz hîna nû hatiye vekirin.
Di nava van sê mehan de ji bo 60 rojnamegeran û nûnerên medyayê, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” yan jî “cih daye daxuyaniyên rêxistinê” bi giştî 423 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. 15 sal cezayê girtîgehê li pênc rojnamegeran hatiye birîn. Li 10 rojnamegeran doz hîna nû hatiye vekrin.
Heft rojnameger bi tohmeta “dijminahî û kîndarî li nava gel belav kirine” dihatin dadgehkirin û bi giştî ji bo wan 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin. Yek ji wan bi giştî şeş meh cezayê girtîgehê xwariye û ev ceza hatiye taloqkirin. Li yekî doz hîna nû hatiye vekirin. Şeş rojnameger bi tohmeta “saziyên dewletê biçûkxistine” dihatin dadkirin û 12 sal cezayê girtîgehê ji bo wan dihate xwestin. Sê ji wan beraet kiriye, yek bi şeş meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Rojnamegerek hîna ji ber Xala 301ê ya TCKyê tê tehqîqkirin. Her weha şeş rojnamer bi tohmeta “pesindana sûc û sûcdarî” dihatin dadgehkirin ku bi giştî 12 sal cezayê girtîgehê ji bo wan tê xwestin. Yek ji van dozan hîna nû hatiye vekirin.
Çar rojnameger bi tohmeta “tehrîkirina ji bo sûcî” tên dadgehkirin ku bi giştî 20 sal cezayê girtîgehê ji bo wan dihat xwestin. Yek ji van dozan hîna nû hatiye vekirin. Du rojnameger bi tohmeta “binpêkirina nepenîtiya tehqîqatê”, yek jî bi tohmeta “binpêkirina nepenîtiya ragihandinê” tên dadgehkirin. Sê sal ceza ji bo wan tê xwestin. Rojnamegerek bi tohmeta “binpêkirina nepenîtiya jiyana taybet” dihat dadgehkirin û sê sal cezayê girtîgehê ji bo wî dihat xwestin. 10 meh ceza lê hatiye birîn ku hatiye taloqkirin.
Ji bo 22 xebatkarên medyayê bi tohmeta ku “li hember wezîfedarên fermî derketine” bi giştî 66 sal tê xwestin. Li sê rojnamegeran bi hinceta ku xala Qanûna Çapemeniyê binpê kirine 30 hezar TL cezayê pareyan hatiye birîn ku xal dibêje ku “divê nasname neyê aşkerekirin.”
Li gorî vê encamê ji bo 247 rojnamegeran bi giştî 46 caran cezayê muebeta girankirî, cezayê muebetekê, 2 hezar û 855 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dihate xwestin. Hejmara kesên bi hinceta ku “heqaret kirine” û “heqaret li serokomarî kirine” dihatin dadgehkirin û cezakirin ne di nava van de ye.
37 rojnameger bi tohmeta “heqaretê” hatine dadgehkirin
Di mehên Tîrmeh-Tebax û Îlona 2018ê de 32 rojnameger (Ahmet Hakan, Pelin Ünker, Barış Terkoğlu, Çağrı Sarı, Hakan Dirik, Erk Acrer vs) di dozên ku bi tohmeta “heqaretê” hatine vekirin hatine dadgehkirin. Bi giştî 75 sal cezayê girtîgehê ji bo wan tê xwestin. Yek ji wan ceza xwariye lê ne diyar e ku bê çiqas ceza xwariye, biryara beraeta ji bo rojnamegerekî hatiye dayîn, hatiye betalkirin.
Çiğdem Toker, Orhan Erinç û Sefer Selvi bi tohmeta ku “êrîşî mafên şexsî” kirine” yan jî bi tohmeta “heqaretê” tên dadgehkirin. Ji bo wan bi giştî 3 milyon û 540 hezar TL cezayê pareyan tê xwestin.
Par di heman demê de rojnameger Ahmet Şik û Bariş Terkoglû dihatin dadgehkirin û ji bo wan 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dixwat xwestin. Melîs Alphanê beraet kiribû.
Di sala 2017ê de rojnamegerek salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê, pênc rojnamegeran jî 43 hezar û 840 hezar TL cezayê pareyan wergirtibûn. Yekî/ê beraet kiribû.
“Heqareta li serokkomarî”
Ji ber ku rojanemgeran fikir û rexneyên xwe diyar kirine, dadgehan di sê mehan de doz li 20 rojanemgeran vekirine. Dozger dixwazin rojnameger li ser hev 93 sal û çar mehan cezayê girtinê bixwe. Heft rojnamegeran ceza xwariye. Dadgehan 13 sal 6 meh û 20 roj cezayê girtinê (10 mehan hatiye paşdedan) û 14 hezar cezayê pereyî daye wan rojnamegeran.
Rojnameger bi TCK 299.(Qanûna Cezayan a Tirkan a 299.) têne dadkirin û lêpirsîna li ser wan dewam dike.
Di sê mehan de 28 rojnameger bûne bersûc û gumanbarên sûcê heqareta li serokkomarî. Di nav wan rojnamegeran de kesên wek Binali Erdoğan, Eren Keskin, Reyhan Çapan, Vural Nasuhbeyoğlu, Deniz Varlı, Fatih Portakal, Fatih Polat, Selma Erdal, Alican Uludağ, Ahmet Şık, Kutlu Esendemir û Levent Gültekin hene.
Par di heman dewra raporê de rojnamegerekê bi navê Çaglar Ozbîlgin bi xala 299. a TCKyê, bi sûcê heqareta li serokkomarî 11 meh û 20 roj ceayê girtinê xwaribû.
Ji ber nivîs û nêrînên wan doz li Ertuğrul Mavioğlu, Çağrı Sarı û Kazım Kızılî hatiye vekirin. Metirsî hebû hemî li ser hev 28 sal cezayê girtinê bixwin. Herweha doza li ser Ahmet Şik û Fatih Portakali jî didoma. Rojnamegerên bi navê Kazım Kızıl û Ozan Kaplanoğlu bi heman dozê dihatin dadkirin. Dadgehê biryar daye ku dema dadkirinê de ew ê ne girtî bin.
Di hemiya sala 2017ê de 17 rojnameger û qunciknivîsan bi xala 299. a TCKyê 8 sal 4 meh û 10 roj cezayê girtinê standine(4 sal 10 meh û 10 roj hatine paşdedan). Herweha rojnamegeran 136 hezar û 500 TL cezayê girtinê standiye. Çar rojnamegeran beraet kiriye. Dozek ji ber derbasbûna demê dadkirinê betal bûye. Heta dawiya salê dozên nû li şeş rojnamegeran hatiye vekirin.
Lînka 2.518 nûçeyan hatine astengkirin
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de Dadgeriyên Sûl û Cezayan ya kêm lînka(dûvelanka) 2.518 nûçeyan asteng kiriye. Malpera zanyariyan a herî mezin a dinyayê Wikipedia 17 meh in li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin. Hêceta qedexekirinê ew e ku li hin rûperan agahiyên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê heye. Di heman dewra sêmehî de bi Biryarnameyeka Di Hikmê Qanûnan De sê rojname û televizyonek hatiye girtin.
Par di heman dewrê de ya kêm sê organên medyayê hatibûn girtin, sê televizyon ji Turksatê hatibûn derêxistin, du weşan hatibûn qedexekirin, 14 nûçe hatibûne qedexekirin.
Di sala 2017ê, dema Rewşa Awarte de, bi qanûnên îtiraz lê nikare bê kirin 6 caran demkî an jî daîmî weşan hatine qedexekirin, sê caran ji bo dayina akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin, sê organên medyayê hatine girtin.
Di wê dewrê de 10 malper, 6 rojname, 97 nûçe û nivîsên malperan, 8 kitêb, 6 kovar, 3 peyamên li Twitterê û 8 karîkatûr hatine sansûrkirin.
Qanûna Bingehîn
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de Dadgeha Qanûna Bingehîn diyar kiriye ku mafê azadiya xwe-îfadekirinê heye û ev maf hatiye binpêkirin. Bi vê biryarê 68 hezar û 785 TL(Lîreyên Tirkan) ji bo rojnamegerên neheqî lê hatîn kirin hatiye dayin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn dozên ne li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê tîne rojeva xwe. Piştî derbeya 15ê Tîrmeha 2016ê dadgehê xwe ker kir. Wê 11ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê dest bi dayina biryaran kir lê tesîra wê nema.
Daxwaznameya gelek rojnamegerên wek Ahmet Altan, Nazlı Ilıcak, Önder Çelik, Akın Atalay, Murat Sabuncu, Kadri Gürsel li dadgehê li benda biryarê ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de weşanxaneyekê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz li Tirkiyeyê vekiriye. Dadgehê ji ber binpêkirina xala 10. a Danezana Mafên Mirovan 2 hezar û 5o Euro ceza daye Tirkiyeyê.
Gulana 2017ê Rêziknameya Birêvebiriya Navxweyî hatibû guhertin. Heta 20ê Gulana 2018ê Dadgeha Qanûna Bingehîn ti biryar nedabûn, dadgehê nû biryar da ku mafên rojnamegerên Mehmet Altan û Şahin Alpay hatine binpêkirin. Biryara ji bo Mehmet Altan û Şahin Alpayî ji bo dozên dî yên li dadgehên herêman wek emsal nehatiye dîtin. Rojnamegerên Kadri Gürsel, Akın Atalay, Ahmet Şık, Ahmet Turan Alkan, Ahmet Altan, Nazlı Ilıcak serî li Strasbourgê daye lê negihaye ti encaman. Gelek Rojnameger ne ji ber biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatine berdan lê ji ber ku dema ew li girtîgehê mayîn berdêla cezayê wan hatiye dîtin ew hatine berdan.
Hêjayê gotinê ye ku dema rojnamegerên di tecrîdê de hatîn dadkirin de, raportorê taybet yê azadiya fikir û xwe-îfadekirinê David Kaye, komîserê berê yê mafên mirovan yê Konseya Ewropayê Nils Muizniesk û 13 rêxistinên mafên mirovan hazir bûn.
Bêcezahiştin
Nûçegihanê Dieveltê yê Tirkiyeyê, Deniz Yucal piştî hatî girtin salekê li girtîgehê maye. Sibatê ew ji girtîgehê derketiye û doza tezmînatê li Tirkiyeyê vekriye û xwestiey 2.9 milyon TL ceza bê dayin. Lê dadgehan biryar daye “şertên dadkirinê pêk nehatiye”û doz betal kir.
Dema Seray Şahiner li otêleka Bursayê dima polîsan bi ser otêlê de girtiye û ew desteser kiriye. Wê gilî kiriye lê gilî kiriye lê dadgehekê biryara “neşopandina bûyerê” daye. 8ê Hezîrana 2016ê li Midyadê êrîşkaran bi bombeyan êrîşî Emniyeta wê derê kiriye. Zêdetirî 10 rojnamegeran xwestiye nûçeya bûyerê çêbikin. Ew hatine hingavtin. 28 meh in berpirsên bûyerê bêceza ne.
Haydar Meriçê rojnameger piştî hatî kuştin diyar bûye ku bi awayekê bêqanûnane guhdarî li peywendiyên welatiyan hatiye kirin. Li ser bûyeran 143 polîs hê têne dadkirin.
RTUK
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan(RTUK) ji ber naveroka nûçe, bername û fîlmên di TV û radyoyan de, deh bername sekinandiye, 19 caran cezayê pereyî daye TVyan lê ti wê dewrê de ti ceza nedane radyoyan.
Lijneyê li ser hev 19 Milyon û 33 hezar û 185 TL ceza daye TVyan.
Xwediyên medyayê guherîn: 85 rojnameger bêkar bûne
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlona 2018ê de 85 rojnameger û qunciknivîskar bêkar bûne.
Par di heman dewrê de 109 rojnameger ji karê wan hatibûne avêtin. Bi tenê Ajansa Nûçeyan a Doganê li Tirkiyeyê 100 rojnameger ji karê wan avêtibû. Di hemiya sala 2017ê de 166 rojnameger ji karê wan hatine avêtin.
(EÖ/APA/FD/MB)
Têbînîyeka giring: Rewşa rojnamegerên li Tirkiyeyê di giortîhgehan de ne, hem li nûçeyên navneteweyî hem jî li nûçeyên Tikriyeyê bi şêweyên cida cih digirin. Hin rêxistin lê dinêrin ka ew kesên hatîn girtin rojnameger in an na, hin rêxistin jî lê dinêrin gelo ew rojnamegerên hatîn girtin bi karên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin an na. Heta ku carinan hin rêxistin bi heman pîvanê raporan amade dikin lê encamên cida dertêxin. Li Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ew kes cih digirin ku saziya wan kesan wan wek rojnameger didine nasîn û ew bi “Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê” têne dadkirin.