* Foto: Ahmet Bolat – İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW), Rêxistina Efûyê û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) derbarê Cemal Kaşikçi, rojnamegerê winda de daxuyaniyeke hevbeş dane.
Di daxuyaniyê de rêxistinan, bang li Tirkiyeyê kirine ku daxwaza tehqîqata Cemal Kaşikçiyî li Neteweyên Yekgirtî (NY) bike.
Hatiye diyarkirin ku divê bi vê tehqîqatê re, di ihtimala windakirina bi darê zorê û kuştina Kaşikçiyî de rola Erebistana Siûdiyê derkeve holê. Herweha divê herkesên ku ferman, plankirin û pêkanîna liv û tevgerên bi vê bûyerê re girêdayî dane jî bên tespîtkirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku Antonio Guterres Sekretekê Giştî yê NYyê, ji bo serokatiyê ji komisyona tehqîkatê re bike, divê karmendekî di tehqîqatên navnetewî de xwedî tecrube û pispor e, erkdar bike.
Her çar rêxistinan daxwaz ji Guterresî kirine ku piştî tehqîqat qediya, encamên derketine holê û derbarê gavên wê bên avêtin de, raporekê ji raya giştî re aşkere bike.
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (AS/FD)