Swîsreyê daxwaza penaberiyê ya rojnameger Mamayî qebûl nekiriye
![Swîsreyê daxwaza penaberiyê ya rojnameger Mamayî qebûl nekiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/201/808/original/mustafa_mamay-510.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Mûstafa Mamay sê sal berê ji ber cezayê girtinê lê hatiye birîn û çûye Rojava. Piştî demekê li wir maye li ser Afrîka Başûrr derbasî Swîsreyê bûye.
Li Swîsreyê daxwaza penaberiyê kiriye lê bi hinceta ku Afrîka Başûr ‘biewle’ ye ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.
“Heşt roj in ku em li balafirxaneyê tên girtin”
Mamayî diyar kiriye ku Afrîka Başûr ne biewle ye û di navbera Tirkiye û Afrîka Başûr de peyman heye. Ji ber wê jî dibe wî bişînin Tirkiyeyê. Mamay ji ber vê rewşê bi fikar e:
“Ewlehiya min nîne. Gava ku min bişînin Afrîkaya Başûr wê ev welat min bişîne Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê jî ti ewlehî ji bo min nîne. Ez ji bo dahatûya xwe bi endîşe me.”
Parêzerên Mamayî daxwaznameya îtirazê dane rayedarên ku serîlêdana penaberiyê qebûl nekirine. Dibe ku di nava 5 rojan de ev îtiraz bi encam bibe.
Her weha Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (IFJ) nameyek ji rayedarên Swîsreyî re şandine ku rewşa Mamayî tê de hatiye nivîsandin. Di nameyê de balkişandine ser rewşa rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê.
Mamayî diyar kiriye ku 9 jê zarok herî kêm 30 kes, bi qasî 40 roj in li heman balafirxaneyê têne girtin.
Derbarê Mûstafa Mamayî de
Beşa Produktoriya Radyo TV ya Zanîngeha Çûkûrovayê qedandiye. Di ANF, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Ozgur Polîtîkayê de kar kiriye. Bi tohmeta ku “endamê rêxistinê” ye ceza lê hatiye birîn. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)