* Foto: Umar Farooq / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî kampanyayek ji bo rojmaneger Cemal Kaşikçiyî daye destpêkirin. Kaşikçi 2yê Çiriya Pêşiyê çûbû Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê û careke din agahî ji wî nehatibû wergirtin.
Kampanya bi navê “Cemal Kaşikçi li ku ye?” hatiye vekirin û rêxistin bang li dilxwaz û piştevanên xwe yên li çar aliyê cîhanê dike ku ji bo bizanibin bê ka çi hatiye serê Kaşikçiyî.
Rêxistinê daxwaznameyek amade kiriye û ji kesên wê beşdarî kampanyayê bibin dixwaze ku ji bo aqûbeta Kaşikçiyî fam bikin vê daxwaznameyê ji hikûmeta Erebistana Siûdiyê re bişînin.
Di daxwaznameya Rêxistina Efûyê de aqûbeta Kaşikçiyî tê pirsîn ku sazî dibêje “metirsiya windakirina wî ya bi darê zorê heye.”
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (AS/FD)