Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weşanxaneya Avestayê yekem çapa “Kürdistan Tarihi(Dîroka Kurdistanê)” sala 2001ê çap kiriye. DGM(Dadgehên Ewlehiya Dewletê) di heman salê de kitêb qedexe kiriye. Piştî 17 salan, îsal Dadgeha Ayvalikê heman kitêb dîsa qedexe kiriye.
Pênç caran hatiye çapkirin
Piştî qedexekirina çapa yekem kitêb çar caran hatiye çapkirin. Çapa yekem 2001ê, çapa duyem 2007ê, çapa sêyem 2010, çapa çarem 2013 û çapa pêncem 2015ê hatiye çapkirin.
Piştî qedexekirina çapa yekem sê caran kitêb hatiye çapkirin û nehatiye qedexekirin. Piştî çapa pêncem kitêb hatiye qedexekirin.
Qedexe
Li gor nûçeya Adem Ozgurî ya li K24ê, xwediyê weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskînî gotiye:
“Serozgeriya Dadgeha Stenbolê, ji bo standina agahiyên li ser hin kitêbên me du polîs şandibûn weşanxaneyê. Li ser kaxeza li nik wan hatibû nivîsîn ku Dadgeha Ayvalikê kitêba Dîroka Kurdistanê qedexe kiriye.”
Weşanxaneya Avestayê 23 sal in ku kitêbên kurdî û tirkî çap dike. Jimara kitêbn Avestayê ji 600an zêdetir e.
Kürdistan Tarihi(Dîroka Kurdistanê)
Edîtor: M. S. Lazarev û Ş.X. Mıhoyan
Nivîskar: M.S. Lazarev, Ş.X. Mıhoyan, E.İ. Vasilyeva, M.A. Gasratyan, O.İ. Jigalina
Wergêr(Ji rûsî ji bo tirkî): İbrahim Kale
(HK/MB)