Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Veysel Ok û Bariş Oflaz parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê, ji bo rojnameger Nedîm Turfent û Idrîs Sayilganî serî li Dadgeha Destûrê dane. Parêzeran daxwaza tedbîrê ji dadgehê kirine û gotine ku bila dadgeh dosyaya Turfent û Sayilganî zû were encamdan.
Di serîlêdanê de parêzeran balkişandiye ser wî tiştî ku rojnameger ji ber saziya tê de kar dikin û nûçeyên li ser pirsgirêka Kurdan rastî cudaxwaziyê tên.
Parêzer Veysel Okî gotiye ku serîlêdana Sayilganî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ber qedandinê ye û ji bo vê serlêdanê ew bi saziya piştgiriya hiqûqê ya ji bo rojnamegeran ya Londonê Media Legal Defense Initiative (MLDI) re kar dikin. Li gorî biryara Dadgeha Destûrê wê ji bo Turfentî jî serî li DMMEyê bidin.
Idrîs Sayilgan 631 roj in li Girtîgeha Tîpa E a Trabzonê, Turfent jî 800 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. (ÇT/FD)