Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Rooseveltî ya Hollandayê, Xelata Azadiya Xweîfadekirinê da Erol Onderoglûyê Berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û rapornivîsê bianetê. Onderoglu duh li bajarê Middelburgê yê Hollandayê xelat stand.
Onderoglûyî got, “Ji bo Xelata Azadiya Xweîfadekirinê ya 2018ê û vê merasîma watedar, ez spasiyên xwe ji Weqfa Rooseveltê re, ji bo piştgiriya wan a bi qiymet ji RSFyê re û ji parazvanên azadiya xweîfadekerinê re pêşkêş dikim”.
Bixwîne - Weqfa Rooseveltî Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyî
Christophe Deloire Sekretekê Giştî yê RSFyê jî got, “Ev xelata ku Erol Onderoglûyî standiye ji bo hemû RSFyê şiyana rûmetê û wêrekiyê ye”.
Erol Onderoglûyî ji bianetê re wiha gotibû:
“Ev xelat ji bo wan kesan e ku ji bo etîka rojnamegeriyê û azadiya wê bi hemî hêza xwe dixebitin û we dikin hevgiriya rojnamegeran li ser pêyan bimîne.”
Erol Onderoglû kî ye?
Di sala 1969ê de li Elezîzê hatiye dinê. Beşa Fîlolojiya Fransî qedandiye. Ji sala 1996ê ve wek nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) kar dike.
Ji sala 2000ê ve koordînatorê piştgiriya hiqûqî yê bianetê ye ku bianet yek ji projeyên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye. Ji bo bianetê Raporên Çavdêriya Li Medyayê amade dike.
Li ser navê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê li Tevna Azadiya Xwe-îfadekirinê(IFEX) endamê Lijneya Birêvebir e.
Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê Xelata Azadiya Çapemeniyê da wî û Tugrul Eryilmazî.(2014)
Ji ber ku bûbû nobedarê weşana rojnameya Ozgur Gundemê, hat dadkirin û di 20ê Hezîrana 2016ê de hat girtin. 10 rojan di girtîgehê de ma û hat berdan.
Xelata Rooseveltî
Weqfa Rooseveltî her sal “Çar Xelatên Azadiyê” dide. Ji sala 1982yê ve ji bo çar meydanên azadiyê kesên herî serkeftî hildibijêre. (AS/FD)