Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di “Panela Rojnamegeriya li Tirkiyeyê” ya Rêxistina Efûyê de zimanê nûçegihaniyê, nûçegihanî, di nava şert û mercên zehmet de karê rojnamegeriyê çawa tê meşandin, yekdestiya medyayê û divê rêxistinbûyîn çawa çêbibe hat nîqaşkirin.
Panela ku ji du beşan pêk dihat, li Gonen Holet a Stenbolê çêbû.
Ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Rûhat S. Akşener di destpêka panelê de axivî. Beşa yekê di bin navê “Li pê nûçeyan lê di bin gefan de” de bi rê ve çû.
Parêzer Hurrem Sonmezê moderatorî di vê beşê de kir. Ahmek Şik ji rojnameya Cûmhûriyetê, Tûnca Ogreten ji diken.com.tr yê, Gokçer Tahîncîoglû ji rojnameya Milliyetê, Tîmûr Soykan ji rojnameya Postayê û Sarah Clarke ji Pen Internationalê di vê beşê de axivîn.
Sernavê beşa duyem jî “Zimanê medyayê û birêxistinbûn” bû û di vî beşî de Ûgûr Guçî moderatorî kir.
Nadîre Mater Şêwirmenda Projeyê ya bianetê, Hakki Boltan Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad, Necmiye Alpay zimanzan û nivîskar û Pakrat Estûkyan ji rojnameya Agosê axivîn.
Nadîre Mater: Ji bo rojnamegeriyê hêvî heye
Natîre Materê di axavtina xwe de got ku teqînê 11ê Îlonê ya 2001 ya li hemberî cotavahiyên li New Yorkê bûye demeke girîng û wiha berdewam kir:
“Piştî vê dîrokê kirina karê rojnamegeriyê li cîhanî zehmetir bû. Ji ber ku polîtîkayên ewlehiyê li hemû cîhanê elav bû. Têgeha ewlehiya netewî herî zêde ji rojnamegeriyê hez nake.
Materê balkişand ser sernavê beşa duyem û diyar kir ku divê em ne li bersiva pirsa “gelo divê em birêxistin bibin” lê li bersiva pirsa “divê em çawa birêxistin bibin” bigerin.
Nadîre Materê destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên esasî yên rojnameger û rojnamegeriyê jî ew e ku rojnameger bi xwe nîqaşê li ser naveroka nûçeyê nakin.
Materê axavtina xwe wiha qedand:
“Ez dixwazim axavtina xwe bi gotina hîna hêviyek heye biqedînim. Ji bo ku em van mijaran nîqaş bikin, ji ber ku em bi vî awayî hev dinasin..:”
Necmiye Alpay: Balkêşe ku Ozgur Gundem ji nedîtî ve tê
Zimanzan û rojnameger Necmiye Alpay a ku ji ber di lijneya şêwrê ya rojnameya Ozgur Gundemê de cî girtibû hatibû girtin û paşê hatibû tehliyekirin wiha axivî:
“Ez dixwazim bi taybet li ser medyaya Kurdan biaxivim. Hejmara rojnamegerên ku hîna girtî ne û berê di girtîgehê de mane gelek e.
“Dema ku fişara li ser medyayê tê nîqaşkirin balkêşa Ozgur Gundem ji nedîtî ve tê dîtin. Desthilatdar idia dikin ku Ozgur Gundem ne rojname ye, yên li wir kar dikin ne rojnameger in. Ez bawer dikim ku ev pirsgirêgek e.”
Panel bi piştgiriya Pen International, Komîteya Parastinê ya Rojnamegeran (CPJ), Ez Rojnameger im, Sendîkaya Basin-İşê ya DİSKê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Konseya Çapemeniyê û Article 19ê hat çêkirin. (HK/FD)