Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku li ser medyaya civakî heqaret li Serokomarî kiriye, Berrîn S. Ya 54 salî li Eskîşehîrê hatiye girtin.
Berrîn S., ji hêla tîmên bi ser Midûriyeta Têkoşîna bi Sûcên Sîberê û Ewlehiyê yên Midûriyeta Emniyetê ya Eskîşehîre ve di encama serdegirtina mala wê de hatibû desteserkirin. Berrîn S. Duh ji hêla Dadweriya Cezayan a Silhê ve hatiye girtin.
Hefteya borî jî li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê kesek bi tohmeta ku li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistina terorê kiriye” hatibû girtin.
Wezîr Soylûyî gotibû ku ew ê medyaya civakî bişopînin
Wezîrê Navxwe Suleyman Soylû 11ê Gulanê daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew ê di dema hilbijartinê de medyaya civakî bişopînin.
Wezareta Navxweyî aşkerekiribu ku di navbera 16 û 23ê Nîsanê de 710 hesabên medyaya civakî kontrol kirine û lêpirsîn li ser 208 hesaban kirine.
Wezareta Navxweyî 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyên protestoyî bûne 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)