Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Ragihandinê (İLAD) Xelata Rûmetê ya Ragihandinê ya ku li ser navê Hifzî Topûzû dide, pêşkêşî rojnameger Farûk Bîldîrîciyî kir. Doç. Dr. İ. Arda Odabaşiyî jî xelata Lêkolînên Ragihandinê ya salê stand.
Ji bo xelatdayinê xebatên sala 2017ê hatine nirxandin û îsal xelat di du beşan de hatiye dayin.
Xelata Rûmetê ya Ragihandinê ya Hifzi Topûzî didin nûçegîhan/rojnameger yan jî kesên li ser zanyariyên ragihandinê lêkolînê dikin ku divê prensîbên rojnamegeriyê ango nûçegîhaniyê biparêzin û di vî warî de kiribin pêgirî zor û zehmetiyan bên.
Xelata Lêkolînê ya Ragihandinê ya salê jî didin lêkolînên li ser ragihandinê ku di nava salê de hatine weşandin.
Derbarê Farûk Bîldîrîciyi de
Ji Nîsana 2010ê û vir ve nûnerê xwendevanan ê rojnameya Hurriyetê ye. Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye û li rojnameya Cûmhûriyetê dest bi rojnamegeriyê kiriye.
Di dema derbeya 12ê Îlonê de nûçegîhaniya îdareya orfî û ya perwerdeyê, piştî hilbijartina 1983yê jî nûçegîhaniya Serokwezîrtiyê, ya Partiya Anavatanê (ANAP) û ya Parlamentoyê kiriye. Li Cûmhûriyetê demekê bûye Midûrê Nûçeyan û Nîsana 1992yê ji vê rojnameyê veqediyaye.
Li Rojnameya Sabahê 5 mehan nûçegîhaniya parlamentoyê kiriye. Qasî 5 salan weke şefê Buroya Enqereyê yê rojnameya Hurriyetê kar kiriye. Piştî ku li Hurriyetê weke lêkolînek-nivîskar kar kiriye, Adara 2002yê bû Alîkarê Nunerê Enqereyê.
Di salên 2002 û 2003yê de li kovara Tempoyê di quncika bi navê “Hêlîna Hechecîkê” (Kırlangıç Yuvası) de nivîsiye û sala 1998ê pirtûka wî ya yekem ya bi navê “Welatê Guhên Nepenî” (Gizli Kulaklar Ülkesi) hatiye weşandin.
Her weha pirtûkên bi navê “Xanima Rûpoşkirî” (Maskeli Leydi), “Unîforma, Slogan, Îsot” (Üniforma Slogan Biber), “Berxê min Bulent” (Kuzum Bülent), Turkiyeya ku ez ji Reşeya wê Hezdikim” (Silüetini Sevdiğimin Türkiyesi), Anitkabîr Pirêze Sosin (Anıtkabir Racon Zambak), “Prensesa Dawî ya Xanedanê” (Hanedanın Son Prensi), “Şeva Sondxwarinê” (Yemin Gecesi) û “Serkîsî Hez ji Vê Xakê Kiribû” (Serkis Bu Toprakları Sevmişti) hatine çapkirin.
Derbarê Arda Odabaşiyî de
Li Zanîngeha Uskudarê Serokê Beşa Radyo Televizyon û Sînemayê ya li Fakulteya Ragihandinê ye.
Pirtûkên bi navê “Di Serdema Osmaniyan de Sosyolîzm” (Osmanlı’da Sosyalîzm), “Turkîtî û Îttîhadîtî & Rasîm Haşmet Bey, (Türkçülük ve İttihatçılık & Rasim Haşmet Bey), “Dİ Çapemeniye Serdema Meşrûiyeta Duyem de Gelperwerî Gundperwerî Sosyalîzm” (II. Meşruiyet Basınında Halkçılık Köycülük Sosyalizm), “Sînemaya Milî & Di Serdema Osmaniyan de Jiyana Sînemayê û Derbasbûna Hilberana Xwecîhî û Gelo Em ji Meymûnê Çêbûne” (Milli Sinema & Osmanlı’da Sinema Hayatı ve Yerli Üretime Geciş ve Maymundan mı Geldik) nivîsandiye. (TP/FD)
* Wêne: Nadîre Mater