Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
“Panela Rojnamegeriyê ya li Tirkiyeyê” wê 13ê Gulanê roja yekşemê di navbera saetên 10.00 û 15.00ê de, li Stenbolê, li Hotela Taksîm Gonenê çêbibe.
Di panelê de dozên li ser rojnamegeran, rewşa medyayê û azadiya çapemeniyê bê nîqaşkirin. Panel bi piştgiriya Pen International, Komîteya Parastinê ya Rojnamegeran (CPJ), Ez Rojnameger im, Sendîkaya Basin-İşê ya DİSKê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Konseya Çapemeniyê û Article 19ê çêdibe.
Ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Rûhat S. Akşener wê di destpêka panelê de biaxive û civîna pêşiyê wê di bin navê “Li dû nûçeyan lê di bin gefan de” de bi rê ve biçe.
Di vê civînê de parêzer Hurrem Sonmez wê moderatoriyê bike, Ahmek Şik ji rojnameya Cûmhûriyetê, Tûnca Ogreten ji diken.com.tr yê, Gokçer Tahîncîoglû ji rojnameya Milliyetê, Tîmûr Soykan ji rojnameya Postayê û Sarah Clarke ji Pen Internationalê wê bi axivin.
Sernavê civîna duyem jî wê “Zimanê medyayê û birêxistinbûn” be û wê di vî beşî de moderator Ûgûr Guç, Nadîre Mater Şêwirmenda Projeyê ya bianetê, Hakki Boltan Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad, Necmiye Alpay zimanzan û nivîskar û Pakrat Estûkyan ji rojnameya Agosê wê biaxivin. (AS/FD)