Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) ên girtî, bi sedema 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, ji girtîgehên Bakirkoy û Silivriyê peyam şandine.
Rojnamegeran got: “Di şert û mercên êsîriyê de jî, em qet ne fikirîn û em nafikirin ku wezîfeya ronîkirina wê tarîtiya li ser me tê ferzkirin kêliyekê jî bi cî neynin û di vê rêyê de bi şûn de bimînin”.
Li gorî rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê ya ku Erol Onderoglû amade dike, 121 rojnameger, di 1ê Nîsanê de di girtîgehê de bûn.
Bixwîne - Di sê mehan de ji bo 48 rojnamegeran 210 sal cezayê girtinê hatiye xwestin
Dadgehkirin 13 û 17ê Tîrmehê ne
Îsmînaz Temel edîtora ETHAyê û Havva Coşkûn nûçegihana heman ajansı ji 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê û vir ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên girtin. Ji bo her du rojnamegeran jî 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û piştî ku hatine girtin bi 9 mehan wê karibin derkevin pêşberî dadgehê.
Alî Sonmez Kayar nûçegihanê ETHAYê jî ji 6ê Sibata 2018ê û vir ve girtî ye. Cara pêşiyê wê 13ê Tîrmeha 2018ê derkeve pêşberî dadgehê.
Nûçeîhan Alî Demîrcî 17ê Nîsana 2018ê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.
Edîtor Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayîp 19 Nîsanê hatin girtin û hîna li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên girtin.
ETHAyê di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de got ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên dadgehkirin, di dosyayên wan ên lêpirsînê de nûçeyên ku dişopandin û parvekirinên wan ên medyaya civakî heye.
“Em ê dengê rastiyê biqirînin”
Rojnamegerên ji ETHAyê yên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û ya Silivriyê tên girtin ji bo 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, nameyek hevbeş şandine:
“Weke bi dehan rojnamegeran em 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniye ya Cîhanî li girtîgehê pêşwazî dikin. “Di şert û mercên êsîriyê de jî, em qet ne fikirîn û em nafikirin ku wezîfeya ronîkirina wê tarîtiya li ser me tê ferzkirin kêliyekê jî bi cî neynin û di vê rêyê de bi şûn de bimînin.
“Em weke kedkarên ETHAyê yên li girtîgehên Bakirkoy û Silivriyê êsîr tên girtin, em ê ji kursiya bindestan, qirkirina dengê rastiyê berdewam bikin. Dûr an jî nêzîk em ê hembêza xwe ji hêşinahiyê re vekin”. (AS/FD)